Şehîd Faris Mihemed Îbrahîm hate oxirkirin

Welatiyan cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Faris Mihemed Îbrahîm ku dema li ser erka şehîd bûbû, li Til Koçerê veşart û got ew ê rêya şehîdan bişopînin û destkeftiyên wan biparêzin.

Şehîd Faris Mihemed Îbrahîm hate oxirkirin
Şehîd Faris Mihemed Îbrahîm hate oxirkirin
Şehîd Faris Mihemed Îbrahîm hate oxirkirin
16 tebax, 2023   12:02
QAMIŞLO

Li Goristana Şehîd Uqab Eswed a li navçeya Til Koçerê cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Faris Mihemed Îbrahîm hate veşartin.

Di merasîmê de, şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Dêrik û Til Koçer, endamên saziyên sivîl, xizmetguzarî, Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên Kongra Star, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, endamên Yekitiya Jinên Azad, nûnerên hêzên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Navçeya Til Koçerê Salih El Kino sersaxiya malbata şehîd xwest û got: "Ne ji fedakariyên bi hezaran welatiyên herêma bûya, ewlehî û îstîqrar li herêmê pêk nedihat."

El Kino anî ziman ku dijmin nikare vîn û destkeftiyên şoreşê têk bibe û ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah li ser şopa şehîdan bin.

Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Til Koçerê jî Sefqan Sekvan axivî û wiha got: "Em bejna xwe li hember şehîdên di oxira parastna destkeftiyên şoreşê û gel de daye, ditewînin û em soz didin ku têkoşîna parastina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam bikin."

Dûre wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiyê de di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" de cenazeyê şehîd hate veşartin.

(fr)

ANHA