​​​​​​​Pevçûnên li Lîbyayê û gefên li hikumeta Debîbe rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa encamên serdana Sûdanî ji Şamê re, şer û pevçûnên li Lîbyayê û rewşa Yemenê kir.

​​​​​​​Pevçûnên li Lîbyayê û gefên li hikumeta Debîbe rojeva rojnameyên erebî ye
16 tebax, 2023   07:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Erebî Cedîd têkildarî rewşa Sûriyeyê wiha nivîsand: “Ruxmî mehek di ser serdana serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanê ya Şamê re derbas bû, lê tu guhartin di dosyayên girêk ên her du welatan de çênebûn; nemaze têkoşîna li ser sînorê hevbeş ê bi dirêjahiya 600 kîlometre da ku qaçaxçîtiya hişbirê were sînordarkirin.”

‘PEVÇÛN LI LÎBYAYÊ GEFAN LI HIKUMETA DEBÎBE DIXWIN′

Rojnameya El Ereb li ser pevçûnên şeva duşemê heta duh li paytexta Lîbyayê Terablusê dewam kirin, wiha nivîsand: "Wan pevçûnan hişt ku serokê hikumet Wehde El Weteniye Ebdulhemîd Debîbe kaxiza îstîqrarê ji dest bide. Ew kaxiz di destê wî de ya herî girîng e, ji dema hatiye ser desthilatê di 2021′ê de. Ev pevçûn hemwextî hewldanên hundirîn û derve ji bo îstîfakirina Debîbe pêk tên.”

′LI YEMENÊ DE PÊŞKETIN′

Rojnameya El Beyan jî der barê Yemenê de wiha nivîsand: "Di hewldanên pêkanîna lihevkirinekê de ku agirbestê li welat dirêj bike û dan û standinên giştî çêbin, pêşketinek çêbû. Li kêleka wê jî tedbîrên aborî û mirovî yên girîng tên kirin; mîna dayîna mûçeyên karmendan, rê di navbera parêzgehan de werin vekirin, geştên bazirganî ji balafirgeha Senayê zêde bibin. Dê di çend hefteyên bê de pêşketinên zêde jî çêbin. Lê li hember wê yekê gelek astengî hene.”

(fr)