ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-8-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-8-2023
15 tebax, 2023   23:00

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereban ên Reqayê bang kir ku li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li pêş balyozxaneyên dewleta Tirk çalakiyan bikin û banga azadiya wî ya fîzîkî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kesayetên neteweyî diyar kir ku Şoreşa Rojava temamkirina Pêngava 15′ê Tebaxê ye û di dîroka gelê Kurd de guherînek çêkir û got wê kurd vejand. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gel kêmkirina bênavber a ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, li keviyên çemê Firatê qirêjî zêde bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

“Wê demê min ev difikirî. Bajarokê Erûhê ku heta niha xebera gelek kesan ji hebûna wê tune ye, dê êdî bibe cihek herkes nas bike. Bi vê boneyê dê êdî navê Kurdan jî li cîhanê were axaftin.”

Hamîde Rencuzogullari diyar kir ku dema daxuyaniyên ku dibêjin bila dewleta Tirk ji axa Sûriyeyê derkeve hatine dayîn jî geşedanên li ser erdê nîşan didin ku di navbera hikumeta Şamê, Rûsya û dewleta Tirk de lihevkirineke fîîlî heye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nuqteyên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd û Nexweşxaneya Avrîn, li gel tunebûna dermanan a ji ber dorpêça hikumeta Şamê, rojane 200 nexweşan pêşwaz dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şopdarên rewşa Lîbyayê diyar kir ku piştî derketina Xalid El Muşrî ji serokatiya meclisa bilind a dewletê, rewşa Lîbyayê nezelaltir bû. Her wiha anîn ziman ku, lidarxistina hilbijartinan di demekê nêzîk de ne pêkan e.

Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kongreya xwe ya yekemîn li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê li dar dixe saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrinê û rêxistinên civaka sivîl, têkildarî sûcên li dijî jinan li Efrîna dagirkirî pêk tên, daxuyaniyekê li Kampa Serdem dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweser a kantona Efrîn-Şehbayê, meclis, sazî û partî serdana koçberên Efrîn û xelkê Şehbayê dikin da ku rewşa wan nas bikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê rojhilatê Dêrazorê, li navçeya Hecînê civînekê bi xelkê navçeyê re li dar dixe ji bo ku geşedanên siyasî yên xwecih û navneteweyî şîrove bike saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)