​​​​​​​Çalakiyên 15’ê Tebaxê didomin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 39'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê çalakiyên cuda hatin lidarxistin.

​​​​​​​Çalakiyên 15’ê Tebaxê didomin
​​​​​​​Çalakiyên 15’ê Tebaxê didomin
​​​​​​​Çalakiyên 15’ê Tebaxê didomin
​​​​​​​Çalakiyên 15’ê Tebaxê didomin
​​​​​​​Çalakiyên 15’ê Tebaxê didomin
​​​​​​​Çalakiyên 15’ê Tebaxê didomin
14 tebax, 2023   12:45
 MINBIC

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê semînerek li ser Pêngava 15'ê Tebaxê û girîngiya wê da.

Semîner ji aliyê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Şiyar Mihemed ve hate dayîn.

Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarê Wê, şêx û rûspiyên eşîran, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, Meclisa Jinan, Meclisa Leşkerî ya Minbicê û nûnerên partiyên siyasî beşdarî semînerê bûn.

Şiyar Mihemed Pêngava 15'ê Tebaxê, pêvajoyên pêşketina wê û girîngiya wê ji bo gelên bindest şîrove kir.

Mihemed bal kişand ser rizgarkirina bajarê Minbicê jî ku di salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê de pêk hat û got: "Rizgarkirina Minbicê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û QSD'ê ve, bingeha xwe ji Pêngava 15'ê Tebaxê digire."

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê jî bi heman boneyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Pêngava 15'ê Tebaxê destpêka dîroka têkoşînê bû ku dijmin û parêzvanên koletiyê tirsandin. Pêngava 15'ê Tebaxê guhertinên nû bi xwe re anîn û rêya azadiyê nîşanî gelan da.”

Di daxuyaniyê de behsa ferman û êrişên ku di meha Tebaxê de li ser civaka êzidî pêk hatine, hate kirin û hate gotin: “Ruxmî êriş, ferman û komkujiyan û ruxmî planên dijber, divê her Tebax soza şopadina xeta rizgarkerên Şengalê were dubarekirin.”

Dê li bajarên herêmên Cizîrê û Firatê bi boneya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê çalakiyên cuda bên lidarxistin.

(bb)

ANHA