YJÊR'ê Zekî Şengalî bi bîr anî

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava şehîd Zekî Şengalî di salvegera 5'emîn a şehadeta wî de bi bîr anî û soza birêxistinkirina civaka êzidî û tohildana jinên êzidî da.

YJÊR'ê Zekî Şengalî bi bîr anî
14 tebax, 2023   13:03
QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava (YJÊR) bi boneya salvegera 5'emîn a şehadeta endamê Koordînasoya Civaka Êzidî Zekî Şengalê daxuyanî da.

Di destpêka daxuyaniyê de îşaret bi fermanên li dijî civaka êzidî hate kirin û hate goitn: "Li hemberî fermanan û ji bo parastina civaka êzidî û çanda wê gelek pêşeng derketin ku roleke mezin di birêxistinkirina civaka êzidî de lîst û ew ji ber bi ewlehiyê ve birin. Ji ber vê yekê ev pêşeng dibûn hedefa dijmin. Yek ji wan endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî ye ku di êrişa balafira neviyên Osmaniyên hov artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû.”

Di daxuyaniyê de şehîd Zekî Şengalî û tevahî şehîdên Êzîdxanê hatin bibîranîn û li ser têkoşîna Şengalî ev hatin gotin: “Rêwîstiya şehîd Mam Zekî Şengalî bi têkoşîn û berxwedanê dagirtî ye. Malbata Mam Zekî ji bo azadî û rûmetê berdêlên giran dane, kurî wî Qasim Ozden bi nasnav Sîpan û xwarziya wî di nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de şehîd bûn."

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava di dawiya daxuyaniyê de got: "Di salvegera şehadeta Mam Zekî de em soz didin ku em ê xeta birêxistinkirina civaka ma ya êzidî berdewam bikin û li hemberî komkujî û fermanan bisekinin, em ê tola jinên êzidî hilînin û gav bi gav gelê xwe ber bi azadî û demokrasiyê ve bibin."

(bb)

ANHA