Li Efganistanê teqîn: 3 kes hatin kuştin

Li başûrê rojhilatê Efganistanê di otelekê de teqîn çêbû, di encamê de bi kêmanî 3 kes hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn.

Li Efganistanê teqîn: 3 kes hatin kuştin
14 tebax, 2023   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li başûrê rojhilatê Efganistanê di otelekê de teqînek çêbû. Li gorî Reutersê di encama teqînê de bi kêmanî 3 kes hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn.

Beriya 2 hefteyan di merasîmê veşartina cenazeyê cîgirê weliyekî herêmekê yê tevgera Talîbanê de, li bakurê Efganistanê teqînek di mizgefekê de çêbûbû, di encamê de herî kêm 11 kes hatibûn kuştin.

(bb)