Turnovaya futbolê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir

Yekitiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro turnovaya futbolê bi beşdariya 8 tîmên ciwanan û 8 tîmên zarokan dest pê kir.

Turnovaya futbolê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
Turnovaya futbolê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
Turnovaya futbolê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
Turnovaya futbolê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
Turnovaya futbolê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
13 tebax, 2023   17:20
REQA

Turnova li yarîgeha Firat a başûrê bajarê Reqayê dest pê kir. Di roja yekemîn a turnovayê de, tîma Yekitî û Tenduristî ya zarokan ên Tebqayê li hember hev lîst.

Maç bi kelecaneke mezin bi rê ve çû û bi encameke wekhev 2-2 bi dawî bû.

Yekitiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku turnova dê 10 rojan bidome û dê tê de maç li Reqa û Minbicê li dar kevin.

(mh)

ANHA