Balafireke dewleta Tirk seyrangeke Pêncewên bombebaran kir

Êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Carek din balafira bi çek û bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker seyrangeha Gulê ya bajarokê Pêncwên bombebaran kir.

Balafireke dewleta Tirk seyrangeke Pêncewên bombebaran kir
13 tebax, 2023   16:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyan, derdora saet di 16:30’an de balafirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker seyrangeha Gulê ya bajarokê Pêncwên bombebaran kir. Li gor zanyariyan ti ziyanek canî û madî çênebûye.

Li gor heman agahiyan, di van kêliyan de jî dengê balafirên bê mirov li ser asîmanê herêmê tê bihîstin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di nava 16 rojên dawî de ev êrişa pêncemîn e ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên biçek û bê mirov li sinorê parêzgeha Silêmaniyê pêk tîne.