7 sal di ser rizgarkirina Minbicê re derbas bûn

Rizgarkirina Minbicê pêşî li planên dewleta Tirk ên dagirkirina kurahiya Sûriyeyê  girt. Piştî rizgarkirinê Rêveberiya Sivîl a Minbicê di hemû qadan de destkeftiyên mezin bi dest xistin û hevgirtina pêkhateyan xurt kir.

7 sal di ser rizgarkirina Minbicê re derbas bûn
14 tebax, 2023   00:37
MINBIC

Pêngava rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê ku di havîna 2016'an de pêk hat, serketineke stratejîk bi xwe re anî. Rizgarkirina Minbicê rêya herî girîng a ku çeteyên DAIŞ'ê yên li Sûriyeyê di rêya Tirkiyeyê re dighand derve qut kir. Her wiha pêngava rizgarkirina Minbicê di şerê dijî xeteriya li ser cîhanê de qonaxek mezin bû û rê li hilweşandina “paytexta Xîlafetê” vekir. 

Bajarê Minbicê piştî rizgarkirinê bi xetereya dagirkeriyê ya dewleta Tirk re rû bi rû ye. Dewleta Tirk bi rêbazên cuda hewl dide planên xwe pêk bîne ku çeteyên DAIŞ'ê nedikarî pêk anîban. Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk destekê mezin dide komên xwe yên çete, şerê îstîxbarat û yê ragihandinê li dijî sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne.

PÊNGAVA RIZGARKIRNÊ

Meclisa Leşkerî ya Minbicê, bi desteka QSD, YPJ û YPG'ê  di 1'ê Hezîrana 2016'an de Pêngava Rizgarkirina Minbicê ragihand. Pêngav ji du aliyan ve; pira Qereqozaxê ya rojhilatê bajarê Minbicê û bendava Tişrînê ya başûrê bajar dest pê kir.

Ji fermandarên pêngavê Feysel Sadûn (Ebû Leyla) 3'yê Hezîrana 2016'an di êrişa DAIŞ'ê de ya li derdora bajarokê Ebû Qelqel (15 km başûrê bajar) bi giranî birîndar bûbû û di  5'ê Hezîaranê de li nexweşxaneyeke bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê şehîd bû.

Piştî şehadeta fermandar Feysel Ebû Leyla, Meclisa Leşkerî ya Minbicê navê  "Pêngava Rizgarkirina Minbicê" veguherad "Pêngava Şehîd Feysel Ebû Leyla".

Şervanan ji 4 aliyan ve bajar dorpêç kir. Piştî şerekî dijwar  ku 73 rojan dewam kir an ku di 12'ê Tebaxa 2016'an de şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û QSD'ê wêneyên şehîdên meclisê li kolanên bajar hildan û bidawîbûna xîalfeta îslamî ya sexte li Minbicê ragihand. Bi rizgarkirina Minbicê re pewyandiya dawîn a DAIŞ a bi derve re qut bû bi rêya Tirkiyeyê dihat kirin.

EZMÛNA RÊVEBERIYA XWESER

Bi rizgarkirinê re, Meclisa Sivîl a bajar û gundewarê Minbicê ya ku di Nîsana 2016'an de hatibû avakirin tavilê dest bi kar kir. Wekî gava pêşîn meclisê bermahiyên şer rakir û saziyên ewlehî û xizmetguarî aktîf kirin.

Ji karên destpêkê yê hatin kirin, rêxistinkirina gel bû. Di vê çarçoveyê de Meclisa Sivîl a Minbic û gundewarê wê li gund, bajarok û taxên bajar nêzî 400 meclis ava kirin. Her wiha bi sedan koçberên ku ji ber şer reviyan bû pêşwazî kir û xizmet pêşkêşî wan kir. Her wiha di vegerandina koçberan a li cih û warên wan de alîkarî da.

Pêkhateyên Çerkes, Ereb, Kurd û Tirkem di çaroveya berfirehkirina xebatên meclisê û beşdarkirina nûnerên hemû pêkhateyan di nava meclisê de, di destpêka 2017'an de Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê ragihand. Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê ji meclisên qanûsaz, rêveber û dadwarî pêk tê.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo ji ANHA'yê re axivî û got, rêveberiyê bi hemû meclis, sazî û komîteyên xwe di 7 salên dawîn de jiyana asayî li bajar vegerand.

Mihemed Xêr Şêxo got: "Wekî Meclisa Rêveber me tevahî saziyên xizmetguzariyê aktîf kirin da ku piştî ewqas salên dirêj ên aloziya Sûriyeyê xizmeta gelê me bikin. Ezmûneke me ya nû hebû û mohreke me ya diyar hebû.  Şaredariyên gund û bajar bermahiyên şer rakirin, rê vekirin û jinûve sererast kirin. Ji wê zêdetir me binsaziya herêmê nû kir. Her wiha xetên avê û yên kanalîzasyonê yên ku ji ber şer bi zerar bûbûn, hatin serestkirin."

Şêxo bal kişand ser xebatên Komîteya Hundirîn jî û got: "Em rola mezin a Komîteya Hundirîn, di serî de rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn a parastina ewlehî û istiqrara herêmê ji bîr nakin. Tê zanîn ku piştî rizgarkirinê yekser rewşeke wisa tevlihev derdikeve, lê  Hêzên Ewlekariya Hundirîn di nava 7 salan de îsbat kir ku ew destê herî xurt e ku ewlehiya bajar kontrol dike û li dijî şaneyên veşartî têkoşînê dike."

Şêxo di dewama axaftina xwe de îşaret bi qada perwerdeyê jî kir û bi bîr xist ku çeteyên DAIŞ'ê di dema şer de hinek dibistan şewitandibûn û talan kiribûn. Şêxo bi domarî got: "Piştî rizgarkirinê me tavilê dibistan ji nû ve sererast kirin. Me dirûşam 'perwerde beriya xwarinê ye' ragihand da ku zarokên me yên ku ji perwerdeyê bêpar mabûn, perwerdeya xwe temam bikin. Di dema heyî de jî em girîngiyeke mezin didin qada perwerdeyê."

Mihemed Xêr Şêxo qala xebatên komîteyên din jî kir û got: "Komîteya Çandiniyê di salên dawîn de xizmet pêşkêşî bi hezeran cotkaran kir, pêwîstiyên wan ên wekî tov û semad bi cih anîn û berhemên wan ên çandiniyê dadixist bazaran. Komîteya Kar û Barên Civakî jî roleke mezin di avakirina kampan de lîst û pêwîstiyên koçberan bi cih tîne. Her wiha girîngî dide astengdaran. Dîsa jî nîvîsgeha xebitandinê aktîf kir ku di salên borî de derfetên kar ji gelek ciwanan re peyda kirin."

Mihemed Xêr Şêxo destnîşan kir di dema serweriya komên çete de rewşeke aloz û fitine di nava pêkhateyên bajar de hatibû avakirin, lê îro tevahî pêkhate bi hev re dijîn û di Rêveberiya Xweser de cih digirin. Şêxo di dawiyê de got: "Mafê her pêkhateyekî ku li ser vê xakê dijî heye ku çalakiyên xwe yên çandî, siyasî, aborî û civakî pêk bînin, rêgeza biratiya gelan xurt bike û taybetmendiyên pêkhateyên din di ber çavan re bigire. Ji destkefiyên Rêveberiya Xweser ên di vî warî de damezirandina Komeleya Tirkmen û Komeleya Çerkes e. Em bi rêya avakirina van komeleyan mafên her du pêkhateyan û mîraseya wan a dîrokê biparêzin. Pirsgirêka gefên dewleta Tirk û çalakiyên çeteyên ên li herêmê xebatên me asteng dikin, tevî vê yekê jî em bi cidiyet xizmeta şêniyên xwe dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku ji van gefan hişyar bikin û neyên lîstok û fitneyên derve. Divê gelê me hevgirtî be û li hemberî van gefan rabe."

(bb)

ANHA