Bi nêzîkbûna salvegera kuştina Jîna Emînî re hewldanên girtina zanîngehan li Îranê

Bi nêzîkbûna salvegera şehîdxistina Jîna Emînî û destpêkirina şoreşa "Jin, jiyan, azadî" re, desthilata Îranê hewl dide zanîngehan bigire.

Bi nêzîkbûna salvegera kuştina Jîna Emînî re hewldanên girtina zanîngehan li Îranê
13 tebax, 2023   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa NUJINHA ku agahiyên xwe dispêre hin dezgehên çapemeniyê yên Îranê, ragihand ku desthilata Îranê hemwextî salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emînî re ku 16`ê Îlonê ye, dê di 10 rojên pêşîn ên Îlona bê de zanîngehan bigire.

Berdevkê fermî yê Wezareta Zanist, Lêkolîn û Teknolojiyê ya Îranê ragihand ku ji bo dayîna dersên zanîngehan online, tu têkilî yan jî şêwirî bi wezaretê re nîn bû.

Piştî kuştina Jîna Emînî ji aliyê "Polîsa Exlaqî" yên Îranê ve xwendekaran ji hundirê zanîngehan dest bi protesto û xwepêşandanan kir ku piştre ew serhildan li derveyî zanîngehan jî belav bû. Bi vê yekê re zanîngeh bûn navenda serhildana li dijî siyasetên dewleta Îranê.

Di heman demê de, dewleta Îranê hewl dide di 10 rojên pêşîn ên sala xwendinê de zanîngehan bigire.

Ji ber tirsa nûkirina xwepêşandanan, hêzên ewlekariyê yên Îranê hemwextî amadekariya destpêka sala nû ya xwendinê, gefan li xwendekar û mamosteyan dixwin û bi wan re lêpirsînan dikin.

(mh/şx)