​​​​​​​Malbatên şehîdan êrişan artêşa Tirk şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê êrişa li dijî fermandaran a artêşa dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û serxistina projeya neteweya demokratîk dê têkoşînê bidomînin.

​​​​​​​Malbatên şehîdan êrişan artêşa Tirk şermezar kirin
5 tebax, 2023   12:05
REQA

Bi dehan malbatên şehîdan û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê li pêş avahiya meclisê kom bûn û daxuyaniyek têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da.

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker di 3′yê Tebaxê de li Qamişloyê erebeyek bombebaran kir û di encamê de fermandarek û 3 şervanên QSD′ê şehîd bûbûn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Nadiya El Ehmed daxuyanî xwend û got gelên demokrat ji xwe re rêya jiyana hevbeş diyar kiriye û ji mafên wan e ku destkeftiyên bi keda bi hezaran şehîdan pêk hatine, biparêzin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca hedefgirtina erebeyên fermandar, rêveber û welatiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkbirina vîna gelê herêmê ye, rê li ber zindîkirina DAIŞ′ê were vekirin, herêmên Sûriyeyê werin dagirkirin û dewama komploya li dijî herêmê, Rêber Abdullah Ocalan û projeya wî ya demokratîk e.

Di dawiya daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Malbatên şehîdan got ew nahêlin tu kes destdirêjiyê li yekitiya gel û vîna wî bike û dê piştgiriya hêzên xwe bikin, destkeftiyên xwe biparêzin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.

(fr)

ANHA