Bi armancên cuda tev li dewreyên destwerdana lezgîn bûn

25 jin û jinên ciwan tev li dewreya destwerdana lezgîn a li Helebê bûn. Jinan destnîşan kir ku bi armancên cuda tev li vê dewreyê bûne ku dixwazin di rewşên awarte de hazir bin û birîndar yan jî nexweş derman bikin heta radikin nexweşxaneyê.

Bi armancên cuda tev li dewreyên destwerdana lezgîn bûn
3 tebax, 2023   04:35
HELEB

Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê duşemê (31`ê Tîrmehê) dewreyeke destwerdana lezgîn vekir.

25 jin û jinên ciwan li ser rêbazên dermankirina birîn, şewat, şikestin, nezif (xwînjêçûn) û xeniqandinê û dermanên alternatîf perwerde dibînin.

Jina ciwan a bi navê Rolyan Hemûd (16) a ku tev li dewreyê bûye got: “Dema rewşek li mal çi bibe yan jî li derdora min, dixwazin fêr bibim divê ez çi bikim.”

Rolyan desntîşan kir ku ew dixwaze di qada tibî de agahiyên xwe firehtir bike û wiha domand: “Dixwazin tecrubeya min di vî warî de zêde bibe. Dibe ku di pêşerojê de di beşeke tibî de bixwînim.”

Mizgîn Elî jî destnîşan kir ku mîna van dewreyan gelek girîng in nemaze şer û êriş hene û ev li gotinên xwe zêde kir: “Şer hîna berdewam e. Dibe ku pêwîst bi destwerdana lezgîn hebe. Ji ber wê divê em amade bikin.

Têkildarî armancên dewreyên wiha endama Rêveberiya Komîteya Tenduristiyê Nisîrn Mihemed got: “Komîte armanc dike civakeke saxlem û tendurist ava bibe. Di her demê de hazir be çi şer yan jî karesetan jî nexweşî.”

Nisrîn wiha pê de çû: “Em dixwazin civaka me têkildarî xweparastinê di aliyê tenduristî, bedenî û derûnî de xwedî tecrube be.”

Nisrîn diyar kir ku Komîteya Tenduristiyê her mehekê yan jî du mehan, dê mîna van dewreyan li dar bixe ji ber ku sûdê li civakê dike.

(şx)

ANHA