Piştî 9 salan ferman berdewam e

Xwedêda Îlyas diyar kir ku fermana DAIŞ`ê li dijî Şengalê dest pê kiriye, dewam dike û got “Yên nekarîn Şengalê biparêzin şirîkên DAIŞ`ê ne. Eger ne wiha bûya, êrişên wan ên tunekirina koka gelê êzidî û pêkanîna fermanên din dewam nedikirin. Hewldanên wan ên tunekirina Şengalê dê bi ser nekevin. Çi dibe bila bibe, em ê destûra wê yekê nedin.”

Piştî 9 salan ferman berdewam e
3 tebax, 2023   02:06
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED SEMÎR

Di ser Fermana 74`an re ku di sedsala 21`emîn de li dijî civaka êzidî pêk hatiye, 9 sal derbas dibin. Civaka êzidî hewl dide ji encamên vê fermanê xilas bibe, lê belê artêşa Tirk a dagirker, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hikumeta Iraqê komployên ji bo qirkirina êzidiyan didomînin.

Di Hezîrana 2014`an de hêzên navneteweyî, herêmî û xwecih li paytexta Urdin Emanê kom bûn. Çend roj piştî wê artêşa Iraqê bêyî ku li ber xwe bide bajarê Mûsilê radestî çeteyên DAIŞ`ê kir û hemû çekên xwe ji DAIŞ`ê re hiştin. Çeteyan bi wan çekan di 3`yê Tebaxê de piştî ku hêzên PDK`ê û artêşa Iraqê ji Şengalê reviyan, êrişî Şengalê kir û bi hezaran xelkê Şengalê qetil kirin, jin revandin û tecawiz lê kirin.

XIYANETEKE MEZIN LI ÊZIDIYAN HAT KIRIN

Têkildarî mijarê, hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Îlyas ji ajansa me re axivî.

Xwedêda Îlyas anî ziman ku aliyên siyasî yên hewl didin armancên xwe pêk bînin xiyanetek mezin li êzidiyan kir û got: “Van aliyan ji sala 2003`yan û heta 2014`an li gorî bernameyek siyasî kar kir, armanca wan pêkanîna berjewendiyên xwe yên şexsî bû, wan parastina gel Şengalê nekir.”

Îlyas, anî ziman ku planên ji bo qirkirina civaka êzidî hê jî berdewam dikin û wiha pê de çû: “Hewl didin astengiyên mezin deynin pêşiya gelê Şengalê. Ji bow ê, PDK`ê û hikumeta Iraqê li ser hesabê gelê Şengalê lihevkirinan îmze dikin. Beriya êrişên DAIŞ`ê yên 2014`an, 12 hezar pêşmerge û 52 hezar leşkerên Iraqê hebûn, lê belê Şengal û gelê wê neparastin. Ew şirîkên DAIŞ`ê ne, eger ne wiha bûna êrişên wan berdewam nedikirin. Eger ne wiha bûya, hewl nedidan Şengalê vala bikin û lihevkirin pêk nedianîn.”

Îlyas, bal kişand ser plana qirkirina êzidiyan a ku heta roja me ya îro dewam dike û got: “Ferman bi rêya planên PDK-hikumeta Iraqê dewam dike. Ew herdu alî hewl didin hewldanên me asteng bikin û naxwazin em bibin xwedî îrade, ew rê nadin gel ku kar û têkoşîna xwe bidomîne.”

Îlyas destnîşan kir ku ruxmî hemû astengî û zehmetiyan jî, gelê êzidî hê jî girêdayî çiyayê Şengalê ye û soz daye ku van çiyayan neterikîne.

Xwedêda Îlyas spasiya Hêzên Parastina Gel (HPG) yên ku Şengal parast, kir û got: “Em şagirtên Rêber Abdullah Ocalan ên ku bi saya wan xelkê Şengalê yê koçber vedigere malên xwe, spas dikin.”

Îlyas diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Şengalê ne li dijî dewleta Iraqê ye û got: “Em xwe parçeyekî gelê Iraqê dibînin, em dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin û îradeya xwe ya xweser ava bikin. Baweriya me bi kesî nayê ku were me biparêze û gelê Şengalê kontrol bike. Ev tişt nayê qebûlkirin.”

Îlyas bi bîr xist ku li gorî madeyên 116, 117, 121,125 ên destûra Iraqê, êzidî dikarin rêveberiya xwe ya xweser ava bikin.

Îlyas wiha axaftina xwe berdewam kir: “Me sala 2014`an dît çawa pêşmergeyan û hêzên Iraqê reviyan û gelê me neparastin. Îro gelê êzidî dikare bêyî wan xwe bi xwe biparêze. Eger ne ji Rêveberiya Xweser û hêzên parastinê bûya, gelê Şengalê nedikarî vegera malên xwe.”

Îlyas bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li djiî civaka êzidî jî û got: “Dewletên NATO`yê çekan didin Tirkiyeyê, ew jî bi van çekan rêveber û fermandarên me yên rêvebeiya xweser û leşkerî hedef digirin, kesayetên ku têkoşiyan hedef digirin. Ji beriya 1400 sal de Osmanî dijberiya me dikin û êrişî me dikin. Fermanên dijî me bi dawî nebûn. Tirkiyeyê teknolojiya xwe ya leşkerî bi pêş xist û dixwaze koka gelê êzidî biqelîne. Dixwazin j ibo tunekirina êzidiyan fermanekî din pêk bînin.”

Îlyas diyar kir ku dewleta Tirk-PDK-hikumeta Iraqê bi rêya Peymana 9`ê Cotmeha 2020`an hewl didin îradeya êzidiyan têk bibin û wiha dewam kir: “Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker civaka êzidî hedef digire û artêşa Iraqê li dijî îradeya gelê Şengalê bi kar tîne. Bi van planan dixwazin Şengalê ji nû ve vala bikin. Civaka êzidî dê vê lihevkirina navbera malbata Barzanî û hikumeta Iraqê bi tu rengan qebûl neke. Dê êrişên dijî îradeya xwe qebûl neke. »

Xwedêda Îlyas bang li hêzên navneteweyî kir ku dengê xwe bilind bike û êrişên Tirkiyeyê yên li dijî civaka êzidî bi dawî bike.

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Îlyas spasiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir û bangawaziya wê ya j ibo êzidiyan ku beşdarî dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî bibin, bi nirx dît û got : “Bi vî rengî em dikarin hesabê sûcan bipirsin, mafên xwe vegerînin. Em bang li hikumeta Iraqê dikin ku gavên bi vî rengî biavêje û gelê êzidî û nûnerê wî vexwîne rûniştinên dadgehkirinê.”

(c)

ANHA