Fikrê Rêber Abdullah Ocalan herêm ji tartiya DAIŞ`ê xilas kir

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji ber zulm û hovîtiya DAIŞ`ê zehmetî û êş kişandin, destnîşan kirin ku fikr û felsfeya Rêber Abdullah Ocalan ew ji tartiya DAIŞ`ê afirandiye derxist. Şêniyan banga bidawîkirina tecrîdê kir.

Fikrê Rêber Abdullah Ocalan herêm ji tartiya DAIŞ`ê xilas kir
Fikrê Rêber Abdullah Ocalan herêm ji tartiya DAIŞ`ê xilas kir
Fikrê Rêber Abdullah Ocalan herêm ji tartiya DAIŞ`ê xilas kir
2 tebax, 2023   23:35
QAMIŞLO

Bertekên li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewam in ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye ferzkirin. Xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibînin ku armanca sereke ya tecrîdê, vemirandina çirûska azadiyê ye ku Rêber Abdullah Ocalan vêxistiye.

Şêniyê bi navê Ehmed El Xenam ê ji gundê Xenemiye yê navçeya Til Hemîsê got: “Guhertinên li navçeyê û herêmê çêbûne bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan çêbûne.  Bi hevgirtina xwe li ser bingeha fikrê wî gelê herêmê bû yek.”

El Nenam wiha domand: “Piştî me fikr û felsefeya Rêbertî ji xwe re kir bingeh, me rêya neteweya demokratîk pejirand, herêm ji tartiya ku DAIŞ`ê afirandiye, xilas bû.”

Şêniyê bi navê Mihemed El Ewad El Hedîd ê ji gundê El Naim ê navçeya Til Hemîsê jî got: “Firkê Rêber Abdullah Ocalan fikrek ne taybet ê pêkhateya kurd e. Lê belê tevahî pêkhate kir yek, piştgiriya gelên bindest û azadîxwaz kir.”

El Hedîd behsa tecrîda ku dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike kir û got: “Serkeftinên li herêmên hatin bidestxistin, bi saya felsefeya Rêbertî ye. Ev destkeftî û şopandina me ya fikrê Rêbertî, kîna dewleta Tirk zêde dike ji ber wê tecrîdê lê ferz dike û giran dike. Ev siyaset, vîna me û îsrara Rêberê me naşikîne ku têkoşîna xwe ta rizgarkirina gelên bindest berdewam bike.”

Şêniyê bi navê Tariq El Hisên jî wiha axivî: “Wekheviya di navbera mêr û jinan de çêbûye, vedigere rêgeza Rêber Ocalan. Jin êdî di civakê de pêşeng e.”

El Hisên bang li rêxistin û Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê kir ku rê li pêşiya sûcên li dijî gelên herêmê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pêk tên û fişarên li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.

Navçeya Til Hemîsê sala 2014`an ji aliyê DAIŞ`ê ve hate dagirkirin. Lê YPG û YPJ`ê li ser daxwaza xelkê navçeyê 27`ê Sibata 2015`an navçe rizgar kir û dûre hemleyên rizgarkirina tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji komên çeteyan dest pê kirin.

(şx)

ANHA