ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-8-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-8-2023
2 tebax, 2023   23:00

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji ber zulm û hovîtiya DAIŞ`ê zehmetî û êş kişandin, destnîşan kirin ku fikr û felsfeya Rêber Abdullah Ocalan ew ji tartiya DAIŞ`ê afirandiye derxist. Şêniyan banga bidawîkirina tecrîdê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xwedêda Îlyas diyar kir ku fermanda DAIŞ`ê li dijî Şengalê dest pê kiriye, dewam dike û got “Yên nekarîn Şengalê biparêzin şirîkên DAIŞ`ê ne. Eger ne wiha bûya, êrişên wan ên tunekirina koka gelê êzidî û pêkanîna fermanên din dewam nedikirin. Hewldanên wan ên tunekirina Şengalê dê bi ser nekevin. Çi dibe bila bibe, em ê destûra wê yekê nedin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka îsal de zêdetirî 12 hezar malbatên sûriyeyî bi darê zorê ji Tirkiyeyê anîne û li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî bi cih kirine.

Bêguman Tirkiye îro li Başûrê Kurdistanê di aliyê aborî, siyasî û çandî de serwer e. Lê dema DAIŞ`ê destpêka 2015`an êriş Hewlêrê kir û li tixumên Hewlêrê piştî ku 3 pêşmerge serjê kirin gef li Mesûd Barzanî xwar. Lê Tirkiye tu helwest nîşan neda. Belê tenê li bûyeran temaşe kir. Ji ber ku di bingehê de DAIŞ`ê bi destê wê hatiye çêkirin. Gelo peymanên ku Tirkiye xwest ji hikumetê û gelê wir re nîşan bide çi ne? Careke din Tevgera Rizgariya Kurdistanê li hember plana li dijî Kurdistanê sekinîn û herêmên cuda parastina ku DAIŞ`ê hewl da li Başûrê Kurdistanê kontrol bike.

25 jin û jinên ciwan tev li dewreya destwerdana lezgîn a li Helebê bûn. Jinan destnîşan kir ku bi armancên cuda tev li vê dewreyê bûne ku dixwazin di rewşên awarte de hazir bin û birîndar yan jî nexweş derman bikin heta radikin nexweşxaneyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê panelek bi navnîşan “Jina zana bingeha avakirina malbata demokratîk e” li navenda çand û hunerê ya bajêr li dar dixe saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Navçeya Til Birakê têkildarî komkujiya Şengalê daxuyaniyekê dide li pêşiya avahiya meclisê saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêma Cizîrê kongreyeke çapemeniyê têkildarî kişandina avê ji Amûdê ber bi Hesekê ve li gundê Sinceq Sedûn dide saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê têkildarî komkujiya Şengalê daxuyaniyekê li pêşiya avahiya meclisê ya li Amûdê dide saet di 11:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)