Qirkirina êzidiyan û hewldanên tunekirina berxwedana gerîla, rola PDK`ê çi ye?-Zana Seydî

Qirkirina êzidiyan û hewldanên tunekirina berxwedana gerîla, rola PDK`ê çi ye?-Zana Seydî
3 tebax, 2023   03:17

Bêguman Tirkiye îro li Başûrê Kurdistanê di aliyê aborî, siyasî û çandî de serwer e. Lê dema DAIŞ`ê destpêka 2015`an êriş Hewlêrê kir û li tixumên Hewlêrê piştî ku 3 pêşmerge serjê kirin gef li Mesûd Barzanî xwar. Lê Tirkiye tu helwest nîşan neda. Belê tenê li bûyeran temaşe kir. Ji ber ku di bingehê de DAIŞ`ê bi destê wê hatiye çêkirin. Gelo peymanên ku Tirkiye xwest ji hikumetê û gelê wir re nîşan bide çi ne? Careke din Tevgera Rizgariya Kurdistanê li hember plana li dijî Kurdistanê sekinîn û herêmên cuda parastina ku DAIŞ`ê hewl da li Başûrê Kurdistanê kontrol bike.

Tê zanîn ku PDK`ê piştevanê suniyan e. Têkiliyên wê bi Erebistana Siûdî, Kiwêt û Misirê re vedigerin serdema Mela Mistefa Barzanî. Ev têkilî di serdema Mesûd Barzanî de firehtir bûn û têkilî bi Tirkiyeyê re danî. Dûre Barzanî di destê wan dewletan de di aliyê siyasî de li hember şepêla şîî bû amûr. Nakokiyên di navbera Barzanî, Caferî û Nûrî El Malikî de, şerê wekîlan bû.

Tevahî hêz û dewletên navborî rolek di derketina DAIŞ`ê de lîst. Piraniya wan di civînekê de li gel rayedarên amerîkî hazir bû ku li paytexta Urdun Emanê de Hezîrana 2014`an li dar ket û DAIŞ hate ragihandin. Li gorî belgeyan, serokwezîrê niha yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Sekreterê PDK`ê Fadil Mîranî di wê civînê de beşdar bûn.

Îranê reşnivîs û navaroka civîna Urdunê eşkere kir. Bi wê, tevahî aliyên têkildarî diyar bûn. Ruxmî ku PDK`ê ev yek red kir.

Armancên DAIŞ`ê diyar bûn ku kêmneteweyên li Sûriye û Iraqê tune bike. Di serî de kurdan û projeya wan a nû. Zaîfxistina bandora Tevgera Rizgariya Kurdistanê. Sîndordarkirina hegemoya Îranê. Avakirina Heşd El Şebî ku şîe stûna wê ya sereke ye, ji bo ku bibe amûrê Îranê li hember DAIŞ`ê bû. 

DAIŞ destpêkê piştgiriya Cebhet El Nusra “Baskê El Qaîde li Sûriyeyê” kir da ku hebûna xwe xurttir bike. Lê dûre bilez serxwebûna xwe ragihand û xwe bi Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) navand.

Hemwextî plana DAIŞ`ê ya li dijî herêmên Rojava û Şengalê, hêzên PDK`ê, xendeq li sînorên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de kolan. Da ku di zehmetiyan de rê nede xelkê herêmê ber xwe bidin Başûr. Wê demê, nîşaneyên danûstandina wê bi DAIŞ`ê re xuya bûn.

DAIŞ 3`yê Tebaxê li tixuma Şengalê bû. Beriya wê PDK`ê hêzên xwe ji herêmê kişandin. Piraniya herêmên erebî yên sunî ketin destê DAIŞ`ê. Ji wê zêdetir bûn beşek ji hêza DAIŞ`ê û jê re bûn stargeh.

Li nêzî Şengalê DAIŞ`ê li dijî xelkên gundên Sîbeks, Şêx Şidêr, Koco komkujî pêk anîn, mêr girtin, destavêtin jinan. Ji bilî vê tiştek ji DAIŞ`ê ne dihat pêşbînkirin. Bi taybet ku êriş herêmeke kurdî dike. Ev hêz tiyê xwînê bû. Xiyaneta Barzanî sedema sereke ya wê trajediyê bû. Pêşmergeyên Barzanî di 2 saetan de li Hewlêrê bûn.

Rêber Abdullah Ocalan beriya çend salan bang kiribû ku êzidiyên li Şengalê bên parastina.

Têkbirina kurdan li Şengalê di aliyê manewî û bedenî de, xwedî nîşaneyên dîrokî ye. kiryareke bizanabûn e ku Barzanî tê de rol lîst û Ebû Bekir El Bexdadî serkêşiyê wê bû. Armanc jî tunekirina kurdan bû. Êrişa komên çeteyan li dijî Serêkaniyê beriya wê bi du salan di wê çarçoveyê de pêk hat. Lê li Şengalê koordîne di asta herî bilind de bû. Armanca yekane jî, dagirkirina herêma Cizîrê û tevlêkirina wê li başûrê Kurdistanê bû da ku bikeve bin kontrola Barzanî.

DESTANA DERWÊŞÊ EBDÊ Û VEJANDINA WÊ LI ŞENGALÊ

Gerîlayên ku destana Derwêşê Ebdê vejandin, şervanên YPJ, YPG derdora 300 hezar êzidî xilas kirin û korîdoreke ewlehiyê ji çiyayên Şengalê ber bi Rojava ve vekirin. Dûre Şengal rizgar kir, bi tunekirina DAIŞ` li cenga Kobanê, DAIŞ û hevalbendên wê li Şengalê jî tune kirin. Bi wê re plana Erdogan, Barzanî û hevalbendên wan, di dagirkirina Rojava û Şengalê de bi bin ket.

PDK`ê şerê hêzên dagirker û dijminên kurdan ji 1975`an ve nekiriye. Tenê dijminatiya hêzên kurd kiriye û hîna dike. Dixwaze bi alîkariya dagirkeran, desthilat û semyanê bi dest bixe.

Ji salên 90`î ve, PDK`ê dixwaze ji xelkê Başûr re nîşan bide ku PKK`ê hêzeke dijberî kurdan e. Lê kiryarên wê berovajiya daxwazên wê îsbat kirin. Piştî sala 2000`î propaganda hat kirin ku PKK`ê zaîf e û nikar tu destkeftiyan biparêze. JI ber wê, her tim ev gotin dubare kirin “Çima naçin Kurdistanê xilas nakin me Kurdistan xilas kiriye, bila biçin Kurdistanê jî xilas bikin”.

Lê têkoşîn û berxwedana PKK û taktîka ku meşandiye li dijî dewleta Tirk a dagirker bi ser ket. Ev gotin pûç kir û di heman demê de rastiyek wisa eşkere kir ku gerîla, hêza yekane ya gel e ku cihê baweriyê û hêviyê ye. Gel bi rastî jî, di kolanên Kerkûk, Silêmaniyê û Mexmûrê ev yek îsbat kir ku alên PKK`ê û Rêber Abdullah Ocalan rakirin û pêşwaziya gerîla kirin.

PDK`Ê SERKÊŞÊ HÊZÊN DAGİRKER Lİ DİJÎ TEVGERA RİZGARİYA KURDİSTANÊ YE

Bi tevlêbûna Tirkiyeyê, PDK`ê li çiyayên Kurdistanê şerê gerîlayan dike. Lûtkeya wê di salên 1992, 1995, 1997 û 1998 bû.

Ev kiryar, careke din dubare bûn. PDK`ê dixwaze fetîlê şerekî din ragihîne ku xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike. Êirşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Kurdistanê di bin navên cuda de ji 24`ê Nîsana 2021`an ve berdewam in.

Armanc jî, dorpêçkirina PKK`ê di erdîngariyeke teng de li Başûrê Kurdistanê ye. Tunekirina vê hêzê di çend salên bê de. Ji ber wê çekên kîmyawî, nukleerî yên taktîkî li dijî gerîla bi kar tîne. NATO, Ewropa û DYA`yê tevahî hêza xwe di vê êrişê de bi kar tînin.

PDK`ê jî, çeteyên kurd ên sûriyeyî di bin navê Pêşmergeyên Roj de yên ji Rojava revîne, li dijî gerîla bi kar tîne.

Ruxmî tevgerên provakatîv ên PDK`ê û şerê wê li dijî gerîla bû sedema şehîdxistina gelek gerîla di çend mehên dawîn de, endamê Komîteya Fermandariyê ya PKK`ê Murad Karayilan bang li PDK`ê kir û got: “Têkilyên PDK`ê û hevkariya wê ya îstixbaratî bi dewleta Tirk a dagirker re, xizmeta gelê Kurd nake û heta xizmeta partiyê jî nake tevî ku jê re wisa xuya dike. Rewş hesas e û li ser tevahî gelê Kurd xetere ye. Ev meseleya hebûnê ye. Ji ber ku Tirkiye hebûna kurdî dike hedef û hewl dide wî tune bike. Em li hember van komployan û planan tê dikoşin, divê PDK`ê alîkariya me bike ne berovajî wê.”

(şx)