Bi civînekê xurtkirina eniya hundirîn hat nîqaşkirin

Şêniyên Dêrazorê bi civînekê rêbazên xurtkirina eniya hundirîn li hember her kesên hewl bidin ewlehî û îstiqrara herêmê xira bikin nîqaş kirin.

Bi civînekê xurtkirina eniya hundirîn hat nîqaşkirin
Bi civînekê xurtkirina eniya hundirîn hat nîqaşkirin
Bi civînekê xurtkirina eniya hundirîn hat nîqaşkirin
Bi civînekê xurtkirina eniya hundirîn hat nîqaşkirin
Bi civînekê xurtkirina eniya hundirîn hat nîqaşkirin
2 tebax, 2023   12:56
DÊRAZOR

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê rojhilatê Dêrazorê bi hevkariya Meclisa Gel a bajarokê Hecînê bi sernavê ′Xurtkirina eniya hundirîn misogeriya paşeroja me ye′ civînek li dar xist.

Civîn li hola Meclisa Gel a Hecînê hate lidarxistin, bi dehan şênî, nûnerên meclisên herêmê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, komîteyên jinan û Kombûna Jinan a Zenûbya beşdar bûn.

Serokê Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Elaa El Seîd axivî û bal kişand ser pêwîstî û girîngiya sekinandina li hember şerê taybet ê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet herêma Dêrazorê. El Seîd got: "Divê em li hember aliyên derve yên hewl didin fitne û şerê bixin nava gelê herêmê hişyar bin."

El Seîd destnîşan kir ku armanc ji şerê taybet ê li dijî herêmê, têkbirina destkeftiyên hatine bidestxistin yên dikevin xizmeta gel e û wiha domand: “Divê em eniya hundirîn xurt bikin û li hember her kesê hewl dide ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibe, bisekinin."

Beşdarên civînê jî diyar kir ku divê eniya hundirîn bi rêya zêdekirina serdan û hevdîtinên bi şêniyên herêmê re were xurtkirin, piştgiriya warê çandiniyê bê kirin.

Beşdaran destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina şer û destwerdanên derve û ji bo ku gel armancên xwe pêk bîne, divê hewldanên ji bo xurtkirina eniya siyasî werin zêdekirin.

Beşdaran her wiha bal kişand ser xurtkirina têkiliyên di navbera beşên civakê de û berdewamkirina lidarxistina mîna van civînan.

(fr/c)

ANHA