Vejandina boneya 3 gulan ku Rêber Abdullah Ocalan diyarî jinan kiriye

Jinan li Tebqayê soz da ku xwedî li berhema têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan derkevin da ku li her bosteke cihanê belav bibe û bibe rêgezeke şoreşgerî ku gelên azadîxwaz li ser rêça wê tê dikoşin.

Vejandina boneya 3 gulan ku Rêber Abdullah Ocalan diyarî jinan kiriye
2 tebax, 2023   13:23
 TEBQA

Bi dehan jin li Tebqayê, nûnerên nivîsgek û komîteyên jinan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya û tevgerên jinan li beravê çemê Firatê kom bûn û gul berdan ava çemê. Rêber Abdullah Ocalan di 2`yê Tebaxa 2004`an de ji girtîgeha Îmraliyê gul diyarî jinan kir. Jin jî her sal di vê dîrokê de salvegera wê diyariyê bi bîr tînin û wê rojê, wek roja xilasiya ji koletiyê bi nav dikin.

Di çalakiyê de endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê Macîde El Kerîm axivî û got: “Ev roj xwedî semboleke mirovî ye ku asta girêdana Rêber Abdullah Ocalan bi mirovahiyê û xwezayê re nîşan dide. Tevî şert û mercên xirab ên girtîgehê, lê dev ji rêgez û felsefeya xwe ya azad bernade.”

Macîde destnîşan kir ku 24 sal in têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan berdewam in û wiha domand: “Ew sembola berxwedanê û têkoşînê ye. 3 gulên bi destê xwe berhev kirine, beriya ku rayedarên girtîgehê wê bipelçiqînin, diyarî jinan kir. Ew bi wê dixwaze bêje ku jin dikarin ji qeydên li ser xwe azad bibin.”

Macîde diyar kir ku ew gul di dilê jinan de hêviya pêkanîna hevjiyana azad nû kir.

Macîde soz da ku têkoşîn û berxwedanê mezin bikin û got: “Rêber Abdullah Ocalan xwedî li berhema têkoşînê derket ku li seranserî cîhanê belav bû, ji bo gelên herêmê yên azadîxwaz bû rêgezeke şoreşgerî ku wan ji koletiyê rizgar bike.”

Di dawiyê de jinan gul avêtin çemê Firatê.

(şx)

ANHA