​​​​​​​Sersaxî ji malbata şehîd Ronahî Qarih re hat xwestin

Şêniyên kantona Kobanê sersaxî da malbata gerîlaya YJA Starê şehîd Yildiz Şahîn Botan (Ronahî Qarih) û soz da ku ew ê heta serkeftinê li ser şopa şehîdan bin.

​​​​​​​Sersaxî ji malbata şehîd Ronahî Qarih re hat xwestin
​​​​​​​Sersaxî ji malbata şehîd Ronahî Qarih re hat xwestin
​​​​​​​Sersaxî ji malbata şehîd Ronahî Qarih re hat xwestin
​​​​​​​Sersaxî ji malbata şehîd Ronahî Qarih re hat xwestin
​​​​​​​Sersaxî ji malbata şehîd Ronahî Qarih re hat xwestin
2 tebax, 2023   12:34
KOBANÊ

Merasîma sersaxiyê ya ji bo şehîd Ronahî Qarih li gundê Yaramaz ê li başûrê Kobanê hat lidarxinstin û şêniyên Kobanê, endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.

Gerîlaya YJA Starê Yildiz Şahîn Botan (Ronahî Qarih) 25′yê Tîrmehê di berxwedana li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bibû.

Di merasîmê de piştî rêzgirtinê, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Adil Hec Kerho axivî û got: "Ji berbanga dîrokê ve ew komployan li dijî vî gelî pêk tînin. Di serdema me de dema Rêber Abdullah Ocalan derketiye û bi fikir û felsefeya xwe gelên herêmê hişyar kirine, komplo li dijî wî pêk anîn û hewl dan ku careke din hebûna dîrokî ya gelê herêmê tune bibin. Lê şehîdên me bi fedakariya xwe dersa komplogeran dayê.”

Kerho soz da ku şehîdan ku ew ê heta serkeftinê li ser şopa wan be.

Piştî axaftinê, wesîqeya şehîd Ronahî hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin. Merasîm bi dirûşemeya “Berxwedan Jiyan e” bi dawî bû.

(fr/c)

ANHA