​​​​​​​Mamosteyê Zanîngeha El Ezher: Çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn bi projeya Ocalan pêkan e

Mamosteyê Dîrokê yê Zanîngeha El Ezher Mehmûd Zayid diyar kir ku ji ber peymanên Lozan û Sykes-Picot herêm li paş maye û hatiye parçekirin. Zayid got “Projeya neteweya demokratîk a birêz Ocalan li hember van siyasetan û ji bo rizgarkirina herêmê nimûneyeke cîhanî ye. Ji bo bidawîkirina aloziyên li Rojhilata Navîn divê ev proje bê esasgirtin.”

​​​​​​​Mamosteyê Zanîngeha El Ezher: Çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn bi projeya Ocalan pêkan e
2 tebax, 2023   04:35
NAVENDA NÛÇEYAN - GÎVARA ŞÊX NÛR

Peymanên Lozan û Sykes-Picot Kurdistan û dewletên Ereban parçe kirin û netewedewletên erebî-tirkî-cihû ava kirin. Armanc ew bû ku di navbera pêkhateyên herêmê de şer derxin.

Ji bo sekinandina li hember planên ku Rojhilata Navîn parçe kirin, Rêber Abdullah Ocalan banga pêkanîna lozaneke nû (Lozana Civakî) ya gelan a li ser esasê yekitiya hemû gelên Rojhilata Navîn, di çarçoveya konfederalîzma demokratîk a Rojhilata Navîn de û dijberî Peymana Lozanê kir.

Gelo ev konfederalîzm çawa dikare were pêkanîn? Bandora wê li ser paşeroja herêmê çi ye? Rêbaza herî guncaw ji bo ku krîzên Rojhilata Navîn bên çareserkirin çi ye?

′FIYASKO Û ŞERÊN MAYÎNDE′

Têkildarî mijarê, mamosteyê dîrokê yê Zanîngeha El Ezher Mehmûd Zayid ji ajansa me re axivî.

Zayid diyar kir ku rewş û tecrubeyên berê yên li herêma Rojhilata Navîn piştî derbasbûna zêdetirî 100 salî di ser peymanên Sykes-Picot, Lozan, San Remo û yên mîna wan re, binkeftina wan xuya ye û got: “Bi wan peymanan herêma Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên emperyalîzmê yên rojavayî hate parçekirin, blokên neteweperestî yên alîgirên wan hatin avakirin, di encamê herêm li paş ma, hat parçekirin û şerên siyasî yên xwîndar hatin mayîndekirin.”

Zayid bîr xist ku di sedsala borî de car caran ronakbîr û zanyaran ji bo rewş û siberoja herêmê projeyên reformê çêkin, lê ji ber ku amûrên pêkanîna wan tune bûn an jî li xweşiya sîstemên zordest nehatin, bi ser neketin.

Li gorî mamosteyê dîrokê yê Zanîngeha El Ezher Mehmûd Zayid, li herêmê û cîhanê projeyeke nû ya reformê ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hat derxistin ku dûrî pergalên dewletên herêmê û berjewendiyên hêzên mezin bû, dijberî Sykes-Picot ‎û Lozanê bû.

Zayid wiha dom kir: “Di vê projeyê de li ser asta fer, civakê û sîstemê bêyî ku cudabûna etnîk, ol û mezheb di ber çavan re bê girtin, guhertina giştî tê esasgirtin, an ku bi 'neteweya demokratîk' li 'Rojhilata Navîn a Demokratîk' tê nasîn. Ev proje bi hemû hêza xwe li hember projeya rojavayî ya bi navê Rojhilata Navîn a Mezin disekine, ku bi rêya wl Amerîka û welatên rojavayî, hin dewletên Rojhilata Navîn Rojhilata Navîn wekî dewletên erkdar ji bo berfirehkirina serwerî û hegemoniya rojavayî li herêmê bi kar tînin. Bi vê yekê armanc dikin ku gelên herêmê heta heyamek din di bin zordestî û desthilatdariya xwe de bihêlin û di aliyên fikirî, aborî û siyasî de li paş bihêlin.”

Zayid wiha dirêjî da nirxandina xwe: “Projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk a ku birêz Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, yek ji girîngtirîn projeyên avakirina pergaleke demokratîk a pêşketî di nava hemû pêkhateyên herêma Rojhilata Navîn de ye. Ji bo cîhaneke demokratîk ya nû û ji bo bidawîkirina krîzên li herêmê, nimûne ye. Tecrûbeya pratîk a niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) ruxmî hemû astengiyan siyasî, civakî û siyasî yên ji hundir û derve (pergala Erdogan a zordest) ku bi şev û roj ji bo têkbirina wê kar dike jî, pratîka projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk e.”

Zayid bang kir ku xwedî li projeya Rêber Abdullah Ocalan bê derketin û got: "Eger Rojhilata Navîn dixwaze krîzên xwe çareser bike, divê xwe ji peymanên Sykes-Picot ‎û Lozanê rizgar bike û xwe bispêre projeyeke nû ku tê de pêşketinê ji gelên herêmê re tîne."

Mamosteyê dîrokê yê Zanîngeha El Ezher Mehmûd Zayid anî ziman ku pêdiviya herêmê bi têgihîştina der barê Projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk û hêza wê ya peydakirina dewleteke nîştimanî ya adil de heye û got: “Lewma, divê gelek navendên pratîk ên rewşebîrî û zanakirinê bên avakirin. Ji ber ku bingeha guhartina herêmê pêkanîna şoreşa fikrî û çandî ye."

(fr/c)

ANHA