‘Piştgiriya HPG′ê dê planên dewleta Tirk têk bibe’

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got piştgiriya HPG′ê dê serkeftinê bîne û planên dewleta Tirk a dagirker têk bibe.

‘Piştgiriya HPG′ê dê planên dewleta Tirk têk bibe’
2 tebax, 2023   02:06
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker di 20′ê Tîrmehê de êrişeke nû li dijî herêmên Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîn û HPG′ê berxwedaneke lehengane li hember van êrişan raber kir. HPG′ê di daxuyaniya 1′ê Tebaxê de diyar kir ku di çarçoveya bersivdana êrişan de 130 çalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker pêk anîne û 72 leşkerên Tirk ceza kirine.

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hêrsa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilind kir.

Welatiya bi navê Fatme Keleş ji Dirbêsiyê li ser mijarê wiha got: "Ruxmî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li gel bikaranîna balafir û topavêjin xwe li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, lê nikarîn berxwedan û lehengiya hêzên me têk bibira."

Fatme êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevkariya PDK′ê şermezar kirin û wiha got: "Em van êrişên terorane yên li dijî hêzên me ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve şermezar dikin, her wiha îxaneta ku piştgiriyê dide dewleta Tirk a dagirker di êrişên wê yên li dijî herêm û gelê me, şermezar dikin."

Fatme bang li tevahî welatiyan kir ku li dora hêzên gerîla bicivin û wiha bang kir: "Ne ji wan bûya, me îro ev destkftî bi dest nedixistin."

Welatiyê bi navê Siûd Dirbas jî îşaret bi armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker kir û got ew bi armanca têkbirina fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in.

Dirbas diyar kir ku dê xwespartina gel li fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tevahî planên li dijî gelê Kurd û gelê herêmê têk bibin.

Welatiya bi navê Edla Misto jî wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên civata navneteweyî li dijî gelê me komkujiyan pêk tîne. Erdogan hewl dide encamên dawîn ên hilbijartinan bi kar bîne û komkujiyên din li dijî gelê me pêk bîne."

Edle wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê rejîma dewleta Tirk bizane têkoşîna me berdewam e û hemû keç û xortên gelê me ji bo doza xwe fedakar in."

(fr)

ANHA