Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Şehba û Efrînê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Şehba û Efrînê bi zêdetirî 30 obîsan topbaran kir. Di encamê de welatiyek birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Şehba û Efrînê topbaran kir
29 tîrmeh, 2023   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku dewketa Tirk a dagirker gundên; Til Medîq, Misrifê, Şêx Îsa, Bêlûniyê û navceya Til Rifat a herêma Şehbayê bi zêdetirî 30 obîs û hawanan topbaran kirin.

Di heman demê de gundê Merenazê ya navçeya Şera ya herêma Efrînê bi zêdetirî 10 guleyan topbaran kir. Di encamê de welatiyê bi navê Azad Hisên Guldado birîndar bû.

(şx)