Li Reqayê kampanyaya dayîna xwînê

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê ji bo nexweşên pençeşêrê û talasemiyeyê kampanyaya dayîna xwînê da destpêkirin.

Li Reqayê kampanyaya dayîna xwînê
29 tîrmeh, 2023   12:37
REQA

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê ji bo nexweşên pençeşêrê û talasemiyeyê kampanyaya dayîna xwînê da destpêkirin. Kampanya dê 18 rojan dewam bike û endamên saziyên sivîl, Kombûna Jinan a Zenûbiya, endamên Rêveberiya Sivîl, meclisên gel û komînên bajar û gundewarên Reqayê beşdar bibin.

Di roja yekemîn a kampanyayê de bi dehan endamên Meclisa Qanûnsaz a Reqayê berê xwe dan Navenda Banka Xwînê û xwîn da.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Reqayê Rîhab El Nafaî diyar kir ku kampanya ji bo nexweşên pençeşêrê û talasemiyeyê dest pê kiriye. Rîhab bang li endamên saziyên sivîl û şêniyên Reqayê kir ku piştgiriyê bidin pêngavê û got pêwîstiya nexweşên pençeşêrê û talasemiyeyê timî bi xwînê heye.

Sibe dê endamên Komîteya Ciwan û Werzîşê û endamên Nîvîsgeha Xweparastinê xwînê bidin.

(bb)

ANHA