​​​​​​​Komîteya Şaredariyan stêrên avê şandin Hesekê

Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişloyê careke din stêrên ava vexwarinê ji Hesekê re şandin.

​​​​​​​Komîteya Şaredariyan stêrên avê şandin Hesekê
29 tîrmeh, 2023   12:41
HESEKÊ

Ji ber qutkirina ava stasyona Elokê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser bajarê Hesekê, Komîteya Şaredariyan a Meclisa Kantona Hesekê di 18′ê Tîrmehê de însiyatîfa şandina ava vexwarinê ji Hesekê re dabû destpêkirin.

Komîteya Şaredariyan îro 54 stêrên din ên avê şandin Hesekê. Stêrên avê li şêniyên Hesekê hatin belavkirin.

Girêdayî mijarê, endamê Nivîsgeha Rêveber a Komîteya Şaredariyan a Qamişloyê Mesûd Yûsif wiha got: "Ev cara duyemîn e ku ava vexwarinê digihînin Hesekê, da ku barên kirîna ava vexwarinê ji stêran sivik bike."

Yûsif anî ziman ku gihandina avê ji Hesekê re berpirsyariya Komîteya Şaredariyan a Qamişloyê ye û got piştî av digihêje bajêr, hevkarî bi Komîteya Şaredariyan a Hesekê re tê kirin ku stêran werdigire û li welatiyan belav dike.

Dewleta Tirk a dagirker ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve zêdetirî 36 caran av li ser Hesekê û gundewarên wê biriye.

(fr)

ANHA