Dayikên şehîdan: Rêberê me ne bi tenê ye

Dayikên şehîdan anî ziman ku azadiya gelan ji azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û got "Bila dewleta Tirk a dagirker fêm bike ku em xwediyê heqiyê ne û em ê bi ser bikevin."

Dayikên şehîdan: Rêberê me ne bi tenê ye
27 tîrmeh, 2023   23:37
HELEB - NESRÎN ŞÊXO

Ji 25'ê Adara 2021'ê ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin. Peywendiya herî dawîn a ku Rêber Abdullah Ocalan bi birayê xwe re pêk anîbû di dîroka navborî de bû, lê peywendî 5 deqan dewam nekir û hat birîn.

Li hemberî tecrîd, 'cezayê dîsîplînê' û gefên qetilkirina Rêber Abdullah Ocalan jî bertekên gel zêde dibin.

/kr/uploads/files/2023/07/27/191126_-.webp

Dayika şehîd Baz, Cumana Hemîd diyar kir ku ew şopdarên fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e û got "Dewleta Tirk tê gihaşt ku ramanê Rêber Abdullah Ocalan êdî li tevahî dinyayê belav bûye, ji ber vê yekê dewletên kapîtalîst komplo pêk anî û wî revandin."

Cumana diyar kir ku armanca revandina Rêber Abdullah Ocalan rêgirtina li pêşiya belavbûna ramanê wî bû û wiha pê de çû: "Ruxmî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker serokê me li ber xwe dide. Divê em jî bi rêya pêkanîna ramanên wî li ber xwe bidin."

Dayika şehîd Baz, Cumana Hemîd got ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ew amade ye berdêlên giranbuha bide û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêbertî ji bo gelê xwe temen û jiyana xwe daye. Dê her tim gavên me li pêş bin, em gav paşde naavêjin, em ê têkoşînê dewam bikin heta armancên xwe pêk bînin."

‘AZADIYA GELAN BI AZADIYA SEROKATÎ VE GIRÊDAYÎ YE’

/kr/uploads/files/2023/07/27/191113_-_2.webp

Dayika şehîd Mezlûm, Emîne Ebdo kirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got: "Li gorî qanûnan, divê Rêbertî serbest were berdan, lê heta niha di girtîgehe de ye û tecrîdeke giran li dijî wî tê meşandin."

Emîne Ebdo anî ziman ku azadiya gelan û rizgarkirina herêmên dagirkirî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne û wiha dom da axaftina xwe: "Bila dewleta Tirk a dagirker baş bizane ku Rêberê me ne bi tenê ye, gel pê re ye û ji bo ji bo azadiya wî tê dikoşe û dê têkoşînê dewam bike heta vê armancê pêk bîne."

'HEQÎ WÊ BI SER KEVE'

/kr/uploads/files/2023/07/27/191052_-_1.webp

Dayika şehîd Hemûde, Emîne Esaf jî got, gel û Rêber Abdullah Ocalan hev din temam dikin û wiha domand: "Em ê erkên xwe çi siyasî be yan jî leşkerî be, pêk bînin. Em ê têkoşînê geş bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin. Bila dewleta Tirk a dagirker fêm bike ku em xwediyê heqiyê ne û di dawiyê de em ê bi ser bikevin."

(bb)

ANHA