Di mijara bikaranîna çekên qedexekirî de durûtiya navneteweyî

Di demekê de metirsî hene ku Rûsya çekên taktîk nukleer li dijî Ukraynayê bi kar bîne, dewleta Tirk a dagirker van çekan li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê bi kar tîne, lê civata navneteweyî li hemberî vê yekê dengê xwe nake.

Di mijara bikaranîna çekên qedexekirî de durûtiya navneteweyî
28 tîrmeh, 2023   03:10
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA SEYDÎ

Dewletên rojavayî gelek caran fikarên xwe anîn ziman ku dibe Rûsyayê çekên taktîk nukleer li dijî Ukranyayê bi kar bîne. Lê eşkere ye rewşeke ne adilane di nêzîkatiyên navneteweyî de heye ku li hemberî şerê qirkirina Kurdan a ku endama NATO'yê (Tirkiye) yê li dijî gerîlayan dimeşîne, bê helwest e.

Dewleta Tirk a dagirker ji ber berxwedana gerîlayan heta sedsaliya Peymana Lozanê, nikarîbû Başûrê Kurdistanê û Rojava dagir kiriba. Berxwedana li hemberî êrişên dagirkirinê hate raberkirin, rejîma Enqereyê xiste rewşeke tevlihev. Ji ber vê yekê Enqere ji 3 salan ve çekên qedexekirî li dijî gerîlayan bi kar tîne.  Ev yek binkeftina wê ya mezin a li hemberî berxwedana gerîla îsbat dike.

Di 19'ê Tîrmeha îsal de, fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan ragihand ku dewleta Tirk çekên di asta navneteweyî de qedexekirî ne bi kar tîne û got, bêyî erêkirina NATO'yê Tirkiyeyê nikare van çekan bi kar bîne. Karayilan destnîşan kir ku dewletên NATO'yê ji salan ve çekên qedexe dane Tirkiyeyê da ku li hemberî rewşa xwe ya tevlihev li ber xwe bide.

Karayilan bang kir ku li bila dewletên NATO’yê piştgiriyê nedin komkujiyên dewleta Tirk û bombeyên taktîk nukleer nedin dewleta Tirk, nemaze bikaranîna van çekan piştî civîna NATO'yê ya ku 11 û 12'ê Tîrmehê li Lîtvanyayê hatibû lidarxisin, zêdetir bû.

Ji sala 1945'an ve, anku ji dema Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê du bombeyên nukleerî avêtin Japonyayê ve, heta niha tu dewletekê çekên nukleerî di şeran de bi kar neanîne. 185 dewletan peymana pêşîgirtina li ber belavbûna çekên nukleerî îmze kir. 5 dewletên xwedî van çekan anku DYA, Rûsya, Brîtanya, Çînê û Rûsyayê peymana qedexekirina çekên nukleerî nas kiriye. 4 dewletên din anku Îsraîl, Hindistan û Pakistan peyman îmze kirine û Koreya Bakur jî ji peymanê vekişiya.

Destpêka 2021'an, dewleta Tirk a dagirker cara yekemîn bombeyên taktîk nukleer li herêmên Girê Sor û Werxelê yên Başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê bi kar anîn. Ev yek piştî çend rojan ji binkeftina wê ya di şerê li Garê de pêk hat ku di encamê de 15 endamên MÎT'ê hatin kuştin.

Piştî wê bi çekên kîmyewî yên qedekirî êriş li dijî herêmên Heftanîn, Zap û Avaşîn ên Başûrê Kurdistanê pêk anîn. Ev êriş dîmenê ji komkujiya Helebceyê dûr nîne ku rejîma Seddam Huseyîn di salên 80'yî yên sedsala borî de li dijî Kurdên Helebceyê pêk anîbû .

Daneyên ku hatine ragihandin asta dijwariya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla nîşan dide. Ji Sibata 2021'ê ve dewleta Tirk zêdetirî 6 hezar êrişên kîmyewî li dijî gerîlayan pêk anîn.

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) dîmenê êrişa artêşa Tirk a dagirker a bi bombeyên taktîk nukleer a li çeperên gerîla ya li qada berxwedanê ya Girê FM a Herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê weşand. Di dîmen de şopên teqandina bombeyên taktîk nukleer yên wêranker û belavbûna gazên jehrê diyar dibe.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker bi dehan caran ev çek li dijî gerîlayan bi kar anîn. Belgeyên bikaranîna çekên qedexekirî ji aliyê dewleta Tirk ve ji zêdetirî 40 dewletan re hatine şandin.

Mijara bikaranîna çekên qedexekirî ji aliyê dewleta Tirk ve li gelek welatan ve bûbû rojeva parlamentoyan. Lê heta niha tu helwest li hemberî dewleta Tirk nehatiye nîşandan ku çekên qedexekirî bi kar tîne û tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike.

Artêşa Tirk ji seala 2015'an ve, çekên qedexekirî li dijî gelê Kurd bi kar tîne. Komên çete yên girêdayî Enqereyê di sala 2016'an de çekên kîmyewî li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi kar anîn. Her wiha bi fosfora spî bajarê Serêkaniyê topbaran kir. Ji vê zêdetir dewleta Tirk a dagirker xebatên pêşxistina çekên nukleerî zêde kirin û di demên dawîn de eşkere bûye ku ji bi awayekî mizin van çekan bi kar tîne.

Civata navneteweyî heta roja îro sûcên herî hovane yên di sedsala nû de û qirkirina entîk a li dijî Kurdan paşguh kiriye. Kiryarên pergalên serdest ku di vê serdemê de li dijî Kurdan pêk tînin, ji kirinên sedsala borî cuda nîn in. Lê tişta cuda berxwedana Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye ku li hemberî qirkirina gelê Kurd bûye kelem.

Bêxemiya civata navneteweyî ya li hember pozbilindiya Tirkiyeyê wê ne di berjewendiya îstiqrar, ewlehî û aştiya navneteweyî de be, lê belê bêdengî, dûrketina ji nakokiyên bi Tirkiyê re, guhnedana li pirsgirêka Kurd û têkoşîna wê dê bandoreke neyînî li Rojhilata Navîn û cîhanê bike.

(bb)

ANHA