Rojnamevan Kurtay Serhat ji herêmên gerîla rewşa dawî ragihand

Rojnamevan Kurtay Serhat rewşa dawî ya qadên berxwedana gerîla ragihand û bi bîr xist ku êriş piştî serdana Mesrûr Berzanî ya Enqereyê zêdetir bûne û got: “PDK hîn jî nahêle saziyên eleqedar mijara çekên kîmyewî lêkolîn bikin.” Serhat diyar kir ku gerîla planan têk dibe, lê pêwîst e her kes dijî çekên kîmyewî û êrişan xwedî helwest be.

Rojnamevan Kurtay Serhat ji herêmên gerîla rewşa dawî ragihand
28 tîrmeh, 2023   00:30
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Rojnamevan Kurtay Serhat ku li berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriyê dişopîne, der barê êrişên dagirkeriyê, hevkariya PDK`ê ya bi Tirkiyeyê re û berxwedana gerîla de ji ajansa me re axivî.

'ÊRIŞÊN NİHA BERDEWAMA ÊRİŞÊN 2021`AN E'

Kurtay Serhat anî ziman ku êrişên vê dawiyê pêk hatine berdewama pêla êrişên 2021`an e û got: “Îsal dewleta Tirk a dagirker li gor planên xwe hemû teknîka xwe bi kar anîn. Lê negihîşt armanca xwe û bi ser neket. Gerîla teknîka pêşketî ya dewleta Tirk vala derxist, li beramberî vê teknîkê rêbaz û taktîkên nû yên gerîla pêş ketin. Ev rêbaz di nav qada şer de encam girt û li dijî êrişan bû mertal. Gerîlayan ev taktîk û rêbaz berfirehtir kir û di encamê de artêşa Tirk paşve kişiya. Leşkerên dagirker ji gelek cihên mîna Zap, Girê Cûdî, Girê Amediyê reviyan.”

'LI CIHÊ ÊRIŞ DIKIN CENAZEYÊN LEŞKERÊN  XWE ŞEWITANDIBÛN'

Serhat destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker niha di êrişên xwe de giranî daye Girê Cûdî. Têkildarî girîngiya Girê Cûdî û armanca dewleta Tirk a dagirker ji dagirkirina vî girî, Serhat ev tişt anîn ziman: “Dagirkeran sala derbasbûyî li Girê Cûdî darbeyên giran xwarin. Li vir dewleta Tirk cenazeyên leşkerên xwe şewitandibûn. Ev asta ku şer gihiştîbû bi şewitandina leşkeran re derdiket holê. Ji bo wê jî ev Girê Cûdî dibe ku ji dewleta Tirk re bûbe mijara 'namûsê'. Niha jî bi teknîka xwe hêrî zêde êriş dikin. Ji aliyekî ve êriş xurt bûne, lê li aliyê din jî berxwedanî di lûtkeyê de ye. Ev jî nahêle ku êriş bi encam bibin.” 

ROLA PDK`Ê

Serhat bal kişand ser rola Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di êrişên li dijî qadên gerîla de û got: “Ev êriş piştî hevdîtina Mesrûr Berzanî ya li Tirkiyeyê xurtir bûn. Di van êrişan de dewleta Tirk rolek daye PDK`ê. Wezîrê şer Yaşar Guler piştî hevdîtinê anî ziman ku hevdîtinên wan gelek baş derbas bûne û dê di demên pêş de encamên wê bibînin. PDK jî ev yek derew dernexist. Ev jî tê wateya ku qebûl dikin ku tiştekî wiha heye. Li gorî xuya dike rolek din dane PDK`ê. Beriya niha rola îstixbaratê û sewqiyatên leşkerî li herêma Başûrê Kurdistanê dabûn PDK`ê. Di heman demê PDK`ê di dorpêçkirina herêmên gerîla de xwedan rol bû. Lê li gorî xuya dike, di vê qonaxa dawîn de êdî ev jî têrî dewleta Tirk nake û dixwaze PDK`ê rasterast beşdarî vî şerî bike. Diyar e ku PDK îqna kirine.”

'REWŞ XETERNAKTIR DIBE, DIVÊ HER KES HELWEST NÎŞAN BIDE'

Kurtay Serhat diyar kir ku ev çend roj in nîşaneyên îqankirina PDK`ê li ser rûyê erdê diyar dibin û wiha pê de çû: “Li Xakûrkê dewleta Tirk tevî PDK`ê operasyon pêk anî. Di heman demê de li herêma Mêtînayê li Girê Ortê hêzên dewleta Tirk li barergehên PDK`ê ketine tevgerê. Hêzên PDK`ê bi hêzên dewleta Tirk re tevdigerin. PDK`ê gelê herêmê jî kiriye bin zexteke mezin. Xelkê gundan dema derdora wan tê bombebarandin nikarin agahiyan belav bikin ku ji aliyê PDk`ê ve hatine tirsandin. Em gav bi gav ber bi qonaxeke xeternaktirîn ve diçin. Divê her kes li gorî vê xwedî helwest be.”

'PDK ASTENGKIRINA ŞANDEYAN DİDOMÎNE'

Dewleta Tirk a dagirker 3 sal in di êrişên dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de çekên kîmyewî, bombeyên taktîk nukleer û gazên jehrê bi kar tîne. Tevî ku PKK gelek caran bang li saziyên têkildar kiribû ku werin cihê bûyerê û derbarê bikaranîna wan çekan de lêkolînê bikin. Li ser wê bangwaziyê hin şandeyan hewl dabû biçin herêmên gerîla, lê belê ji aliyê PDK`ê ve hatin astengkirin. Serhat astengkirina şandeyan wiha nirxand: “Ji bo ku sûcên şer yên dewleta Tirk veşêre rolek wiha dabûn PDK`ê. Lewma PDK`ê nedihişt şande derbasî qadên ku çekên kimyewî lê hatine bikaranîn bibin. Ev astengî hê jî didome. Heta niha saziyên eleqedarî bikaranîna çekên kîmyewî neketine tevgerê. Hatiye îsbatkirin ku dewleta Tirk çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer bi kar tîne. Lê hêzên derve naxwazin vê bibînin. Ev sîlah di nava lîsteya dewleta Tirk de nîn in, yên NATO`yê ne.”

Kurtay Serhat bang li gelê Kurdistanê û gelên cîhanê kir ku li dijî van êrişên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî xwedî helwest bin.

(c)

ANHA