Li Efrînê dagirkeran 3 kesên din revandin

Çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 3 kesên ji gundê Bedîna ya girêdayî navçeya Raco ya Efrînê revandin.

Li Efrînê dagirkeran 3 kesên din revandin
25 tîrmeh, 2023   13:02
 ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, çeteyên “Polîsên Leşkerî” di 16`ê Tîrmehê de 3 kesên ji gundê Bedîna revandine.

Navên kesên hatine revandin wiha ne:

Îsmaîl Elo (49)

Hebeş Elo (52)

Ebdo Cefer Sîdo

Kesên hatine revandin bo cihekî nediyar hatin birin û li hember serbestberdana her yekî ji wan 200 dolar fidye ji malbatên wan xwestine.

(c)

ANHA