Şêniyên Qamişlo: Siyasetên dijberî gelan dê têk biçin

Bi sedan şêniyên Qamişlo bi rasthatina sedsala Lozanê xwepêşandanek li dar xist û ev peyman şermezar kir. Her wiha destnîşan kir ku ji bo têkbirina van peymanên li dijî gelan dê têkoşînê mezin bikin.

24 tîrmeh, 2023   19:32
QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên jinbo şermezarkirina peymana Lozanê tên lidarxistin de, xelkê Qamişlo derket xwepêşandanê.

Xwepêşandan jo pêşiya çarexerêya Sonî destpê kir û li sûka bajêr rawestiya û veguherî mitingê. Tevî xelkê bajêr, endamên sazî û meclisan, nûnerên partiyan tev li xwepêşandanê bûn.

Di mitingê de, endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yusif axivî û behsa armanc û encamên peymana Lozanê li ser gelên herêmê kir.

Perwîn di dawiyê de got: "Ev siyasetên dijberî gelan wê bi saya girêdana wan bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, neteweya demokratîk û parastina Rêveberiya Xweser dê têk biçin û ji bo avakirina cîhanek û rojhilateke navîn a hevseng ku jin tê de azad û pêşeng, têkoşîna me berdewam e."

Her wiha Perwîn bang li gelên herêmê kir ku têkoşîn û hevgirtinê mezin bikin û sînoran rakin û bigihêjin xilasiyê.

(şx)

ANHA