ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-07-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-07-2023
24 tîrmeh, 2023   23:00

- Endamên Yekitiya Jinên Ciwan diyar kir ku ew ê li hemberî kesên hewl bidin ziyanê bigihînin Rêber Abdullah Ocalan serî hildin û dê têkoşînê bi xurtî berdewam bikin heta azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dilsoza çand û welatê xwe bû, li ser şopa apê xwe yê şoreşger ji bo ku êş, axîn û têkoşîna gelê xwe ji cîhranê re ragihîne bi kamera û çeka xwe bû pêşengeke têkoşîna azadiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di wextekî welê de ku li seranserî cîhanê behsa azadî û mafên derbirînê, pêkanîna daxwazên bindestan, di serî de mafên jin û zarokan tên kirin, zext û kirinên derexalqî û derqanûnî li dijî jinan zêde dibin. (BI WÊNE).

-Çend roj beriya salvegera sedsaliya Lozanê ya ku Kurdistan dabeşî çar parçeyan kir û operasyonên qirkirinê li dijî Kurdan bi rêxistin kir, artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê êrişên nû li dijî Zap û Metînayê, da destpêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinan a Partiya Sûriya pêşerojê pêşangehekê li parka Efrîn a taxa Eşrefiyê vedike, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Qamişloyê cenazeyê şehîdê Erka Xweparastinê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan vedişêrin, saet 18:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA