HPG: Hevalên me Zagros, Dara, Egîd, Cûdî û Salar nemir bûn

HPG’ê nasnameyên 5 gerîlayên ku di demên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi bîr anîn û diyar kir: “Hevalên me Zagros, Darav, Egîd, Cûdî û Salar heta nefesa xwe ya dawî girêdayî nirxên azadiyê man.”

HPG: Hevalên me Zagros, Dara, Egîd, Cûdî û Salar nemir bûn
25 tîrmeh, 2023   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne ev agahî da:

“Li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku berxwedaneke destanî lê pêk tê, artêşa Tirk a dagirker di sê salên dawîn de êrîşên giran dike. Di van êrîşên da hevrêyê me Zagros ê ku yek ji milîtanê pêşeng ê gerîlatiya serdema nû ya di serê sala 2023an de, hevalên me Darav, Egîd û Salar di sala 2022’an de û hevalê me Cûdî jî di sala 2021’an de şehîd bûye.

Hevrêyên me, ku her yek ji wan weke milîtanên pêşeng ên têkoşîna me ya azadiyê ne, li dijî hemû êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên me, bi îradeyeke bilind û biryardariya Apoyî şer kirin, heta nefesa xwe ya dawî girêdayî nirxên azadiyê man û nemir bûn.

Malbatên hêja yên hevalên me Zagros, Darav, Egîd, Cûdî û Salar di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê Kurdistanê re dixwazin û careke din soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên Kurdistana azad a şehîdên xwe pêk bînin.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

  Nasnav: Zagros Çekdar

  Nav û paşnav: Mesût Celal Osman

  Cihê jidayikbûnê: Dirbesiyê

  Navê dê û bav: Zerga - Celal

  Dîrok û cihê şehadetê:  2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

  Nasnav: Darav Feraşîn

  Nav û paşnav: Bedirxan Abî

 Cihê jidayikbûnê: Colemêrg 

  Navê dê û bav: Hamra – Şehmûs

  Dîrok û cihê şehadetê:  2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

  Nasnav: Egîd Gever

  Nav û paşnav: Yilmaz Bayram

  Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

  Navê dê û bav: Edîbe - Alî

  Dîrok û cihê şehadetê:  2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

  Nasnav: Cûdî Berxwedan

  Nav û paşnav: Abdulselam Yildiz

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Maşallah - Hamît

  Dîrok û cihê şehadetê:  2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

   Nasnav: Salar Atakan

  Nav û paşnav: Mûrat Asan

 Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn 

  Navê dê û bav: Sûphiye – Mehmet Salîh

  Dîrok û cihê şehadetê:  2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Wê bidome…