​​​​​​​Çeteyan 3 penaber birîndar kirin

3 penaberên sûriyeyî yên bi darê zorê şandibûn Girê Spî ya dagirkirî, dema ku hewl didan xwe bigihînin herêmên Rêveberiya Xweser bi guleyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker birîndar bûn.

​​​​​​​Çeteyan 3 penaber birîndar kirin
25 tîrmeh, 2023   08:52
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyên xwecih ên ji kantona Girê Spî ya ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, 3 penaberên sûriyeyê yên bi darê zorê ji Tirkiyeyê ber bi Girê Spî ve hatine şandin, dema xwe hewl didan xwe bigihînin herêmên Rêveberiya Xweser, li gundê Îyewe yê li başûrê kantonê li nêzî rêya M4 bi guleyên çeteyan birîndar bûn.

Ji ber sûcên dewleta Tirk a dagirker, tevlihevî û rewşa debarê ya xirab li herêmên dagirkirî, malbatên li herêmên dagirkirî berê xwe didin herêmên Rêveberiya Xweser.

Li gorî çavkaniyan, çeteyên ‘Ehrar El Şerqiye’ gule yekser li wan 3 ciwanan reşandin, di encamê de birîndar bûn û ji bo nexweşxaneya Girê Spî hatin veguhastin.

Çavkaniyan tenê nasnameyên 2 ciwanan bi dest xistin; Şukrî Hisên ji Dêrazorê û Ebod El Şemerî ji Hesekê. Dewleta Tirk ew di destpêka Tîrmehê de, di deriyê Girê Spî yê dagirkirî re bi darê zorê şandin kantonê. Ew yek di çarçoveya projeya wê ya bicihkirina penaberên Sûriyeyê li herêmên dagirkirî de pêk tê.

Meclisa Kantona Girê Spî di 26′ê Hezîranê de ji ajansa me re aşkera kiribû ku 256 malbat ji kantona dagirkirî gihaştine herêmên Rêveberiya Xweser.

Di vê mehê de ajansa me belge kir ku dewleta Tirk bi darê zorê zêdetirî 250 penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê ber bi kantona Girê Spî ve veguhastine. Ew penaber ji Hema, Heleb, Dêrazor, Rîf Şam û hwd in.

Dewleta Tirk piştî gelek herêmên bakurê Sûriyeyê; Idlib, Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn dagir kirin, di 19′ê Cotmeha 2019′an de Girê Spî û Serêkaniyê jî dagir kirin.

(fr)

ANHA