Li Efrînê cenazeyê jineke ciwan hat dîtin

Li derdora gundê Yazibaxê yê navçeya Şera ya Efrînê cenazeya jineke ciwan a ji biyaniyên ku li Efrînê hatine bihckirin, hat dîtin.

Li Efrînê cenazeyê jineke ciwan hat dîtin
25 tîrmeh, 2023   07:26
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji hundirê Efrînê dane, duh (24`ê Tîrmehê) şêniyên gundê Yazibaxê yê girêdayî navçeya Şera cenazeya jineke ciwan a bi navê Aya Ehmed Şihêd (25) dîtiye.

Hat hînbûna ku jina ciwan a ku kuştî hatiye dîtin ji gundê Xefiyê yê girêdayî bajarokê Xenasir ê gundewarên Helebê ye, lê tu detayên din der barê bûyerê de nehatin zanîn.

Gundê Yazibaxê li nêzî bajarê Ezazê yê li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê ye.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî xwecihên herêmê û bi taybet jin û zarokan sûcên mîna qetilkirin, tecawîzkirin û revandinê pêk tînin. Tenê di mehên Gulan û Tîrmehê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 zarokên keç ên bi temenên 10, 13 û 14 saliyê, tecawiz kirin.

Li gorî bîlançoya dawîn a Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, ji destpêka êrişa dagirkeriyê li dijî bajarê Efrînê û vir ve zêdetirî 680 welatî hatine qetilkirin; ji wana 93 kes bi îşkenceyê hatine kuştin. Her wiha zêdetirî 100 jin hatine qetilkirin, zêdetirî 80 jin jî hatin tecawîzkirin ku di nav de zarokên keç jî hebûn û zêdetirî 8 hezar û 792 kes hatine revandin.

(fr/c)

ANHA