Dilsoz û Axîna welat

Dilsoza çand û welatê xwe bû, li ser şopa apê xwe yê şoreşger ji bo ku êş, axîn û têkoşîna gelê xwe ji cîhanê re ragihîne bi kamera û çeka xwe bû pêşengeke têkoşîna azadiyê.

Dilsoz û Axîna welat
25 tîrmeh, 2023   01:50
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Dilsoz Hebîb di 26`ê Adara 1993`yan de li gundê Sinceqa Sedûn ê girêdayî navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo çavê xwe li dinyayê vedike. Ew zaroka duyemîn û keça yekemîn malbata xwe ye.

Rêwîtiya welatparêziya malbata Dilsozê di salên 1980`yî de bi naskirina tevgera azadiyê dest pê dike. Bi tevlêbûna apê Dilsozê Ehmed Hebîb (Xorşîd) ya di nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de, girêdana malbatê xurttir dibe.

Dilsoz li ser bîranîna apê xwe mezin dibe. Dema pêla şoreşê dest pê dike ew li Beşa Zanistên Civakî ya Zanîngeha Şamê dixwîne û dikeve bin bandora şoreşê. Lewma dest ji zanîngehê berdide û tevlî perwerdeya zimanê kurdî dibe. Hem perwerdeya xwe didomîne, hem jî dersên kurdî dide (2012). Di 2014’an de xwendina xwe ya li Peymangeha Şehîd Peyman a Ziman diqedîne û dibe mamoste. Di 2015`an de dibe Berdevka Yekitiya Mamosteyan navçeya Amûdê.

/kr/uploads/files/2023/07/24/192609_nroz-hebb.webp

Bi kesayeta xwe ya jîr û jixwebawer di nava heval û malbata xwe de balê dikişîne. Li gorî dayika wê Nîroz Hebîb, her tişt zû fêr dibû û di hişê xwe digirt; ji temenê xwe mezintir li hember xwişk û birayên xwe wekî dayikekê tevdigeriya.

Dayika Dilsozê Nîroz anî ziman ku apê Dilsozê yê şehîd beriya tevlîbûna nava refên gerîla baxçeyekî gulan li ber mala xwe çandibû û got, Dilsoz jî beriya tevlêbûna xwe dareke hinarê li malê çand. Ew dar êdî wekî “dara Dilsozê” tê binavkirin.

/kr/uploads/files/2023/07/24/192533_kamran-hebbb.webp

Bavê Axîn Amûdê Kamîran Hebîb jî got keça wî qîma xwe tenê bi xebatên li parçeyekî Kurdistanê neanî û berê xwe da çiyayên azad.

Dilsoz Hebîb sala 2017`an tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû û navê Axîn Amûdê rakir. Bi têkoşîn, kesayet û dengê xwe yê ku kevneşopiya dengbêjiyê didomîne re di nava hevalên xwe de dibe çavkaniyeke hêz û moralê.

Axîn li rex çeka xwe tevlî xebatên çapemeniya YJA Starê jî dibe û bi kamera û pênûsa xwe rastiya şoreşa Kurditan û jinê radigihîne. Bi hevreyên xwe Koçerîn Rojîn, Roza Rênas Amed û Avrîn Mahsûm re di Îlona 2022`yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. HPG’ê ew û her sê hevrêyên wê wek “dengvedana kevneşopa me ya çapemeniya azad li çiyê” pênase kirin.

PIŞTÎ XEWNEKÊ XEBERA ŞEHADETA WÊ

/kr/uploads/files/2023/07/24/192555_lorn-hebb.webp

Xwişka Axînê ya biçûk Lorîn Hebîb ku li ser destê Axînê mezin bûye, dibêje Axîn her dem jê dixwest tu kelemê nexe pêşiya serkeftina xwe û wiha behsa wê kir: “Ji min re digot her dem rûken be, tu carî nebêje ez kêm im, li ber xwe bide.”

Beriya bihîstina agahiya şehadeta Axînê, xwişka wê Lorîn xewnekê dibîne û xewna xwe wiha ji me re şîrove dike: “Di xewnê de digot dixwazim te hembêz bikim, min nizanîbû hembêzkirina Axînê ji min re xatirxwestin bû.”

'EZ Ê WESIYETA XWIŞKA XWE BI CIH BÎNIM'

Axîn beriya ku şehîd bibe bi nameyekê ji xwişka xwe dixwaze di qada ragihandinê de bixebite da ku êşa gel û welatê xwe ragihîne. Xwişka wê Lorîn jî dibêje ew ê vê daxwaza wê pêk bîne.

Şoreşgera Kurdistanê Axîn Amûdê li dû xwe bîranînên nemir ji gelê xwe re hiştin, wekî her şoreşgereke jin, bi kesayeteke jîrbûyî deng û rengê xwe li Kurdistanê hişt.

(c)

ANHA