Di salvegera 11′an a şoreşê de li Minbicê şahî

Şêniyên Minbicê diyar kir ku ew ê Şoreşa 19′ê Tîrmehê bi serkeftî bidomînin û got “Serkeftin dê para me be.”

19 tîrmeh, 2023   08:21
MINBIC

Bi sedan şêniyên Minbic û gundewarên wê bi dirûşma "Şoreşa 19′ê Tîrmehê şoreşa azadiya gelan û demokrasiya Sûriyeyê ye" li qada Dibistana Xesaniyê şahiyek li dar xist.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê bi boneya salvegera 11′an a Şoreşa 19′ê Tîrmehê şahî li dar xist. Di şahiyê de bi dehan xelkê Minbicê, endamên partiyên siyasî, rûspiyên eşîran, Tevgera Ciwanên Şoreşger, saziyên taybet bi jinan, komîte, meclisên sivîl, Meclisa Leşkerî ya Minbicê û mêvanên ji Tebqa û Kobanê beşdar bûn.

Di şahiyê de li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Cahid Hesen salvegera şoreşê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û got: "Şoreşa 19′ê Tîrmehê ji şoreşên din ên li herêmê çi li Sûriyeyê yan jî li Rojhilata Navîn cudatir e. Hêz, rêxistin û moralên xwe ji roja rûmeta neteweyî ji Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14′ê Tîrmeha 1982′yan wergirt."

Hesen wiha domand: "Şoreşa 19′ê Tîrmehê di dîrokê de şoreşa yekemîn a bi şoreşa jinan hatiye naskirin. Di şoreşê de jinan pêşengî kir. Armanca şoreşê Sûriyeyeke demokratîk a pirrengî ya nenavendî bû."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Şirêdî jî şoreş li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û wiha got: "Em salvegera Şoreşa 19′ê Tîrmehê li gel û hêza xwe pîroz dikin. Ji destpêka wê xwe spart pîvanên duristî, aşkera, zelalbûn û mentiqî.”

Şirêdî wiha domand: "Em li ser sabit û pîvanên destpêkê, avakirina projeya neteweya demokratîk in. Em xwedî destkeftiyên binirx û hêzên leşkerî ne. Ji lew re em ji dijmin û hemû hêzên şertan ji bo binkeftina şoreşa azadiyê datînin ev şoreşa ku fermandarên wê xwe feda kirin dê serkeftin para me be."

Berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Riweyda Hinêdel jî got: "Şoreşa 19′ê Tîrmehê meşaleya rê li pêş gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn a ber bi xwebaweriyê û girêdana bi azadî û demokrasiyê ve ye. Ev şoreş li şûna rejîma destpot a navendî û hêzên îdia dikin muxalif in, pêk hat."

Hinêdel wiha domand: "Em xwediyê vê xakê ne û bi vîna xwe em ê rêya xwe nexşe bikin. Em desthilat û zalimên serdema navîn red dikin. Roniya Şoreşa 19′ê Tîrmehê ji Efrîn ber bi herêmên Cizîrê ve dest pê kir û bû modeleke çareya siyasî ji Sûriyeyê; ji aliyê pêkanîna îstîqrar, aştî, jiyana hevbeş û biratiya gelan."

Hinêdel di dawiyê de bang li hêzên demokrat û rizgariyê li cîhanê kir ku divê li hember berjewendiyên Erdogan ên dijminane werin sekinandin û hevgirtî bin da ku ev şoreş dewam bike.

Di dawiyê de hunermend Şadî Zibêdî yê ji Tebqayê stranên herêmî gotin, her wiha hunermend Xelîl Can ê ji Kobanê û hunermend Hêvî ya endama Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê stranên kurdî gotin.

(fr)

ANHA