Çete di berdêla mayîna di malên xwe de xeracê ji şêniyên distînin

Çeteyên ‘Sultan Suleyman Şah’ ên Tirkmen li gundê Mîrkan di berdêla mayîna di malên xwe de, bi darê zorê pereyan ji şêniyan distînin.

Çete di berdêla mayîna di malên xwe de xeracê ji şêniyên distînin
19 tîrmeh, 2023   10:14
ŞEHBA

Çavkaniyên xwecih ragihand ku çeteyên Sultan Suleyman Şah ên Tirkmen ku girêdayî dewleta Tirk a dagirker in, ji bo ku bihêlin xelkê gundê Mîrkan (Hisê) di malên xwe de bimîni, bi zorê pereyan ji wan distînin.

Şêniyên dixwazin di malên xwe de bimînin, di navbera 500 û hezar dolarî de pere jê tê standin. Çavkaniyan da zanîn ku çeteyê bi navê Ebû Hisên El Eşarne ku qaşo “berpirsê ewlehiyê” ye, vê yekê bi rê ve dibe.

Navên kesan û miqdara pereyên ku heta niha ji wan hatine stendin bi vî rengî ne: Cemîl Mihemed Hecî Kenç (hezar dolar), Mecîd Tahir Hemdî (hezar dolar), Mistefa Mihemed Ebdo (hezar dolar), malbata Mihemed Hemdî (hezar dolar), Mistefa Mihemed Menan (500 dolar), Meryem Kenç Hemîs (500 dolar), Îsmet Mistefa Hemo (500 dolar).

Çavkaniyan di meha Adarê de jî ragihandibû ku çeteyên Sultan Suleyman Şah li navçeya Şiyê jî ji bo ku di malên xwe bimînin, hezar dolar ji her du welatiyên bi navên Mihemed Henîf Hisên û Ezîz Mihemed Hesen bi zorê stendibûn.

(c)

ANHA