Parlamenterê Iraqê: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriya Iraqê ye

Parlamenterê Iraqê Şerîf Silêman destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xaka Iraqê binpêkirina serweriya neteweyî ye.

Parlamenterê Iraqê: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriya Iraqê ye
19 tîrmeh, 2023   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê Iraqê Şerîf Silêman têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Silêman got: “Êrişên dewleta Tirk û Îranê yan her dewletekê li ser sînorê Iraqê, binpêkirina serweriya neteweyî ye. Serweriya Iraqê tiştek gelek girîng e û divê em hemû hay ji serweriya Iraqê hebin.”

Şerîf bang li dewleta Tirk a dagirker û rejîma Îranê kir ku li gorî prensîbên cîrantiya baş, peyman û yasaya navneteweyî tevbigerin û rêz ji serweriya Iraqê re bigirin.

Parlamenterê Iraqê Şerîf Silêman destnîşan kir ku hemû parlamenteran di Parlamentoyê de ji bo parastina serweriya Iraqê li dijî êrişên li ser xaka Iraqê, sond xwarine û wiha axivî: “Divê rê nedin ku kes destdirêjiyê li xaka Iraqê bike.”