Li Tebqayê meşa meşaleyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Tebqayê ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek bi meşaleyan li dar xist.

Li Tebqayê meşa meşaleyan
18 tîrmeh, 2023   20:12
TEBQA

Di meşê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, tevgerên ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn.

Meş ji taxa yekê ya bajêr, dest pê kir. beşdaran meşale, alên ciwanên şoreşger û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan.

Meş li pêş Navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk vegerî mîtîngê.

/ar/uploads/files/2023/07/18/195631_mhmwd-alytym.webp

Li wir hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Mehmûd Yetîm daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em ciwanên şoreşger bang li tevahî pêkhate û gelê azadîxwaz dikin ku dakevin qadan û kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar bikin.

Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin û li dijî dewaleta Tirk a dagirker bisekinin."

(fr)

ANHA