Di êrişa Îsraîlê de 2 leşkerên Şamê birîndar bûn

Îsraîlê vê berbangê êrişî derdora Şamê kir. Di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Di êrişa Îsraîlê de 2 leşkerên Şamê birîndar bûn
19 tîrmeh, 2023   06:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanseke girêdayî hikumeta Şamê li gorî çavkaniyên leşkerî ragihand ku êrişa bi moşekan saet 00:25′ê berbangê ji aliyê bakurê Colanê ve pêk hatiye û hin nuqteyên li derdora Şamê hatine hedefgirtin.

Li gorî heman ajansê, di êrişê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne û zirarên madî çêbûne. Hate ragihandin ku pergala parastina hewayî ya Sûriyeyê gelek moşekên xistine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku êriş li dijî nuqteyên leşkerî yên li nêzî Balafirgeha Dîmas û herêma Sebûra pêk hatine, ku li wê herêmê hêzên Firqeya 4`an û depoyên girêdayî Hizbullaha Lubnanê hene.

SOHR`ê diyar kir ku ji ber êrişê şewat derketiye, lê der barê ziyanên canî de tu agahî parve nekirin.

(fr/c)