Hisên Merdan: Heta av neyê berdan Iraq dê têkiliyê bi Tirkiyeyê re qut bike

Cîgirê serokê Komîteya Çandinî û Avdanê Hisên Merdan da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî temamî av li ser Iraqê qut kiriye û got Iraq bi israr e têkiliyên bazirganî û aborî bi dewleta Tirk re qut bike.

Hisên Merdan: Heta av neyê berdan Iraq dê têkiliyê bi Tirkiyeyê re qut bike
18 tîrmeh, 2023   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê serokê Komîteya Çandinî û Avdanê Hisên Merdan diyar kir ku dewleta Tirk bi temamî av qut kiriye. Merdan di kanaleke televîzyonê de got, "Wezareta Daneyan ne xwedî tu hêmanan e ku çareseriyê ji krîza avê re bibîne û depoya avê ya Iraqê her tim kêm dibe."

Merdan destnîşan kir ku ji destpêka vê mehê ve dewleta Tirk av bernedaye û bersiv neda dan û standinên Sûdanî û bangên wî yên ji bo berdana avê.

Merdan anî ziman ku heta dewleta Tirk avê bernede Iraq bi israr e ku têkiliyên xwe yên bazirganî û aborî pê re qut bike û biryarên siyasî yên tund li dijî wê bide.

(fr)