Di ser şehadeta rojnamevan Mistefa Mihemed re 7 sal derbas dibin

Di oxira derxistina rastiyê û bilindkirina alaya şoreşa azadî û guhertina demokratîk de, ji destpêka Şoreşa Rojava de bi dehan rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê cane xwe feda kirin. Yek ji wan jî nûçegihanê Ronahî TV`yê Mistefa Mihemed.

Di ser şehadeta rojnamevan Mistefa Mihemed re 7 sal derbas dibin
18 tîrmeh, 2023   06:31
KOBANÊ

Nûçegihanê Ronahî TV`yê Mistefa Mihemed ji gundê Yabsê yê Girê Spî ye. Mistefa Mihemed beşê ragihandinê li Zanîngeha Şamê qedandiye û di sala 2015'an dest bi karê rojnamegeriyê kiriye.

Ji Kobanê heta Girê Spî û bendava Tişrînê û Minbicê Mistefa Mihemed gelek pêngavên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şopandine. Di 18'ê Tîrmeha 2018'an de dema pêngava Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê dişopand, di encama teqîna mayînekê de şehîd bû.

Hevrêyê şehîd Mistefa Mihemed, nûçegihanê Ronahî TV`yê Mihemed Mistefa ku gelek mehan bi şehîd Mihemed re ma got: "Şehîd Mistefa pir ji karê ragihandinê hez dikir. Ev hezkirina wî di karê wî de jî diyar dibû. Şehîd Mistefa di servîsa erebî de kar dikir, raporên ku amade dikirin asta hezkirina wî ji karê ragihandinê re û daxwaza wî ya pêkanîna karekî bi bandor nîşan dida."

Mihemed Mistefa bi bîr xist ku şehîd Mistefa bernameyek bi navê "Îdaat" pêşkêş dikir û wiha domand: "Şehîd Mistefa forma vê bernameyê pêşniyar kiribû ku heta roja me ya îro li ser ekranên Ronahî TV`yê derdikeve. Armanca wî ji vê bernameyê ew bû ku balê bikişîne ser destkeftiyên Şoreşa 19'ê Tîrmehê, astengiyên li pêşiya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parvekirina van astengiyên bi aliyên têkildar re da ku daxwazên şêniyên bi cih bînin."

Mihemed Mistefa anî ziman ku şehîd Mistefa bi hevalên xwe dibû alîkar da ku karekî baş û bi bandor encam bigire û diyar kir ku Mistefa girîngî dida detayên biçûk û nedixwest kêmanî di kar de derkevin.

Rojnemvan Mihemed Mistefa di salvegera şehadeta hevrêyê xwe de got: "Em rojnamevan divê em li ser xeta hevalên xwe yên şehîd têkoşînê berdewam bikin. Divê pênûsa wan li erdê nemîne. Divê em karên ku wan dixwestin ragihînin, berdewam bikin. Gef û êrişên li dijî me çiqas bin jî divê em gav paş de neavêjin. Divê em rastiya şoreşê û rastiya kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê belge bikin, divê em rastiya şoreşa xwe û êrişên li ser wê bi cîhanê re bidin nasîn."

(bb)

ANHA