Mijarên Foruma Sûrî Ji Bo Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi dawî bûn

Di dawiya rûniştina duyemîn a Foruma Sûrî Ji Bo Şoreşa 19`ê Tîrmehê de hate diyarkirin ku çareserkirina aloziya Sûriyeyê di avakirina peymaneke civakî ya nû û nasnameyeke berfireh ku pêkhateyên Sûriyeyê komî ser hev dike û tevlêkirina QSD`ê nav artêşa Sûriyeyê de nixumandî ye.

Mijarên Foruma Sûrî Ji Bo Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi dawî bûn
17 tîrmeh, 2023   16:41
HESEKÊ

Beriya rûniştina duyemîn a Foruma Sûrî Ji Bo Şoreşa 19`ê Tîrmehê, sînevizyonek têkildarî komîteya amadekar a forumê hate pêşandan ku behsa destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike ya ku çirûska xwe ji serhildana 2004`an wergirt, heta bigihêje rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji DAIŞ û avakirina rêveberiyên sivîl û xwecih, kir. 

Dûre rûniştina duyemîn a forumê ya bi navnîşan “Zehmetiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser derdikevin û rêbazên çareserkirina wan zehmetiyan” dest pê kir. Endama Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Rûken Ehmed ev rûniştin bi rêve bir ku ji 3 mijaran pêk tê. Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Minbicê Mihemed Elî mijara yekmîn a têkildarî Rêveberiya Xweser û sazumaniya wê çi ye bi rêve bir.

Elî destnîşan kir ku ji ber ku pergala navendî ya ku li ser netewdewtê ava dibe, êdî riziyayî bûye ji ber wê cîhan û Rojhilata Navîn, bû qada nakokiyan û şeran.

Elî diyar kir ku li gel van alozî û nakokiyan projeyeke nû anku Rêveberiya Xweser derket holê ku cara yekemîn sala 2000`î wek projeyeke siyasî derket û sala 1993`yan ronakbîr Abdullah Ocalan pêşkêş kir.

Di mijara duyemîn a bi navnîşan zehmetiyên li pêşiya rêveberiyê derdikevin de, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semer Ebdullah axivî û got: “Têkoşîna Rêveberiya Xweser ji bo dîtina çareseriyeke demokratîk berdewam kir. Di wê çarçoveyê de xebatên xwe li ser astên dîplomatîk û siyasî xurt kirin da ku bi navê xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li çareseriya siyasî ya Sûriyeyê bibe.”

Her wiha Semer behsa zehmetiyên li pêşiya Rêveberiyê derdikevin kir û got: “Rêveberiya Xweser nikare bi tenê barê bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê yên girtî û malbatên wan hilgire. Nemaze ku dewletên têkilar hemwelatiyên xwe yên di nav DAIŞ`ê de venagerînin.”

Hevserokê Têkiliyan a PYD`ê Sîhanok Dîbo mijara sêyemîn a forumê ya têkildarî Rêveberiya Xweser û çareserkirina aloziyê bi rêve bir û got: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têgeha felsefeya neteweya demokratîk e ku cara yekemîn di dîroka fikrê siyasî de bi destê Rêber Abdullah Ocalan hate avakirin. Em dikarin bêjin ku ev fikr, asteke bilind a çareseriyê pêk tîne.”

Têkildarî çareseriyan Dîbo wiha anî ziman: “Wateya çareserkirina aloziya Sûriyeyê, ew e ku pêwîstiya Sûriye bi hevpeymaneke civakî ya nû û rêbazên birêvebirina xwe bi xwe ya pêkhateyên Sûriyeyê, nasnameya sûriyeyî ye ku heta niha, ava nebûye. Her wiha avakirina nasnameyeke berfireh a sûriyeyî û QSD bibe beşeke artêşa Sûriyeyê ye.”

Piştre beşdaran nêrînên xwe der barê mijarên rûniştina duyemîn de parve kirin û destnîşan kirin ku divê dewletên biyanî hemwelatiyên xwe yên di nav DAIŞ`ê de vegerînin û berpirsyariya wan hildin ser xwe. Her wiha divê aloziya Sûriyeyê bi diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî çareser bike, Rêveberiya Xweser wek rêveberiyeke avaker a têkildarî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li ser bingeha pirrengî û nenavendî ava bûye, were naskirin.

Piştî wê, komîteya amadekar, diyariyên sembolîk dan saziyên ku rol di avakirina Rêveberiya Xweser de lîstine di serî de Meclisa Malbatên Şehîdan, Konfedrasyona Gaziyan, Kongra Star, YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakê.

Dê komîteya amadekar bi daxuyaniyekê encamnameya forumê parve bike.

(şx)

ANHA