ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-7-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-7-2023
16 tîrmeh, 2023   23:00

Hiqûqnas û şêwirmendê ji Misirê Ela Selame destnîşan kir ku doza Rêber Abdullah Ocalan yek ji dozên mirovî yên herî girîng e û bang li berpirsên mafên mirovan kir ku piştgiriya vê dozê bikin û wê bigihînin cîhanê. Her wiha diyar kir ku ew doz li Meclisa Navneteweyî ya Mafên Mirovan a li Cinevê hatiye pêşkêşkirin.

Şoreşa 19`ê Tîrmehê di 11 salan de çawa hat avakirin û çawa veguherî bedenekê ji bo pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.

Bi serdestiya împaratoriyên baviksalar re, bingeha sereke ya baweriyên bingehîn ên xwedawendan ên herî kevn ên li rojhilat û rojavayê Firatê, hatin jinavbirin û hewl dan jiyana li ser rêgeha baweriyên xwedawendî tune bikin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebduselam Ehmed di hevdîtina bi Wezîrê Karên Hundir ê Lubnanê re, ji bo çareserkirina prisgirêka penabarên sûriyeyî yên li Lubnanê daxwaza komîteyeke koordîneyê kir.

Ajansa me agahiyên nû yên der barê bûyera kuştina herdu xwişkên li Tirbespiyê de bi dest xistin ku li gorî wan agahiyan herdu bi rêya xeniqandinê hatine kuştin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şerê li Sûdanê zêdetirî 3 meh in dewam dike û li asoyan hîna tu çareserî xuya nake. Her du aliyên şer jî bi israr in ku hev tune bikin. Pisporan hişyarî da ku rewşa wî welatî xeternaktir bibe û şer bi salan bajo. Gelo dê şer dirêjtir bike, an jî dê civaka navneteweyî bikare dawî lê bîne?

PYD`ê Komxebata Sûriyeyî ya Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi dirûşma “19`ê Tîrmehê; şoreşa jinan û gelan, misogeriya Sûriyeya demokratîk e” li Hesekê li dar dixe saet di 9:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê turnovaya basketbollê ya jinan li stada şehîd Edhem ya Reqayê bi dawî dike saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Parêzeran a Kantona Efrîn û Şehbayê têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, daxuyaniyekê li gundê Til Sûsîn ê kantona Şehbayê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo şermezarkirina tecrîdê li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê xwepêşandanek li dar dixe saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê Hevdîtina Şêwekariyê ya Tebqayê bi dawî dike saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA