'Dibe ku şerê Sûdanê bi salan bajo'

Şerê li Sûdanê zêdetirî 3 meh in dewam dike û li asoyan hîna tu çareserî xuya nake. Her du aliyên şer jî bi israr in ku hev tune bikin. Pisporan hişyarî da ku rewşa wî welatî xeternaktir bibe û şer bi salan bajo. Gelo dê şer dirêjtir bike, an jî dê civaka navneteweyî bikare dawî lê bîne?

'Dibe ku şerê Sûdanê bi salan bajo'
'Dibe ku şerê Sûdanê bi salan bajo'
'Dibe ku şerê Sûdanê bi salan bajo'
17 tîrmeh, 2023   06:26
QAHÎRE-MUHSIN EL MISIRÎ

Hindik maye ku şerê li Sûdanê 100 rojî temam bike. Di dirêjahiya vê demê de tenê çend saetan bi navbeynkariya aliyên navneteweyî agirbest hat ragihadin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Sûdanê Mihemed Îbrahîm meha borî ragihandibû ku di encama şerê li welat de zêdetirî 3 hezar kes hatine kuştin, zêdetirî 6 hezar kes jî birîndar bûne. Îbrahîm hişyarî dabû ku bîlançoya qurbaniya ji vê zêdetir be. Heta niha nêzî 2 milyon kes ji malên xwe koçber bûne.

Berpirsên navneteweyî rewşa Sûdanê wekî trajedeya mezin wesif kir. Alîkarê Serkreterê Giştî yê Kar û Barên Mirovî yê NY`yê Martin Griffiths diyar kir ku li Sûdanê şerekî navxweyî yê herî dijwar û hovane heye û got, şer ne tenê li cihekî ye lê belê wekî vîrusan belav dibe.

Martin Griffiths Sûdan ji bo xebatkarên kar û barên mirovî wekî cihê herî xeternak ê cîhanê bi nav kir û hişyarî da ku ger şer li herêmên din belav bibe, dê alozî kûrtir bibe.

Li Sûdanê, ji nîvê meha Nîsanê de di nava fermandarê artêşê Ebdulfetah El Burhan û hevalbend û cîgirê wî yê berê yê Meclisa Serweriyê Mihemed Hemdan Deqlo (Himêdetî) ku fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn e, operasyonên leşkerî û şer dewam dikin.

Ji dema dsetpêkirina şer de bi navbeynkariya Erebistana Siûdî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de herî kêm 10 caran agirbest hat ragihandin. Lê hemû jî têk çûn. Riyad û Washingtonê her du aliyên şer bi nerêzdariya li hember lihevkirinan tawanbar kirin.

PAŞEROJEKE ŞÎLO

Lêkolînerê siyasî yê Sûdanê Silêman El Sibaî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. El Sibaî got: "Hindek maye şer 100 rojî temam bike. Rewşa li welat şîlo ye. Nexasim ku şer li paytext Xortumê û wîlayeta başûrê Kerdevanê bi taybet li bajarê Ebyed dewam dike. L herêma Darfûrê jî şer li bajarê Faşir dewam dike. Ev hemû bûyer nîşaneya şerekî demdirêj didin. Ev dihêle ku paşeroja Sûdanê şîlo xuya bike.”

Li gorî El Sibaî, artêşa Sûdanê çareseriyê di operasyonên leşkerî û tunekirina aliyê din ê şer de dibîne, ev jî dihêle ku şer dirêj bike. El Sibaî wiha domand: “Piraniya welatiyên Sûdanê jî piştgiriyê didin vê nêrînê, ji ber ku milîsên Hêzên Piştevaniya Lezgîn dizî, koçberî kirin û hurmeta malan binpê kirin.Milîsên Hêzên Piştevaniya Lezgîn jî dibêjin ku ew dixwazin demokrasiyê ji gelê Sûdanê re bînin û Sûdanê ji bermahiyên rejîma berê rizgar bikin.”

ROLA CIVATA NAVNETEWEYÎ

El Sîbaî anî ziman ku krîza Sûdanê binkeftineke nû ya civata navneteweyî îfade dike û wiha pê de çû: “Civaka navneteweyî heta niha aliyên şer îqna nekirine ku şer bisekinîn û diyalogê pêş bixin. Dibe ku niyet û cidiyeta pêwîst a civata navneteweyî ji bo çareserkirina aloziyê tune be. Dibe ku welatên mezin jî ji berdewamkirina şer sûd werdigirin.”

El Sibaî got, dibe ku civata navneteweyî krîzên li herêmê bi rê ve dibe û naxwaze wan çareser bike û Sûriye, Lîbya û Yemenê wekî nimûne nîşan dan.

El Sibaî got: "Binkeftina civata navneteweyî di rawestandina şerê çekdarî de, nîşan dide ku dawîkirin şerê li Sûdanê tenê bi tunekirina aliyekî dijber pêkan e."

SENARYOYÊN ŞER

Lêkolînerê kar û barên herêmî û navneteweyî Hanî El Cemel ji ajansa me re wiha axivî: "Şerê li Sûdanê bi xwe re gelek faktorên neyênî yên di binesaziya civakî de derxistin. Ya girîng jî berfirehkirina herêma şer û serneketina tu aliyekî di vî şerî de. Bi vê yekê diyar bû ku hêza leşkerî ya artêşa Sûdanê ya bi serkêşiya Burhan û Hêzên Piştevaniya Lezgîn a bi serkêşiya Himêdtî di rewşa hevsengiyê de ne.”

El Cemel wiha domand: "Êdî şer ji hemû îhtîmalan re vekirî ye, bi taybet ligel helwesta leşkerî ya nezelal a li ser erdê. Dûrî sedemên yekser ên vî şerî, lê girêdana vî şerê bi pirsgirêkên mezin ên ku Sûdanê piştî serxwebûnê kişandine re heye. Di wê pêvajoyê de xebata avakrina netewe-dewleta nûjen hatin astengkirin. Şerên hundirîn gelek caran destwerdanên derve ferz dikin, ev jî hevalbendên nû ji her aliyekî şer re çêdike.”

El Cemel hêvî kir ku hewldanên Misirê yên pêkanîna pêşketinekê ber bi dawîkirina şer de bi ser bikevin û wiha pê de çû: "Ji ber ku Misirê penaberên Sûdanê pêşwaz kirin û hewl dide bi rêya peywendiyên bi hemû aliyan re yan jî bi rêya însiyatîfa Misir-Qeterê çareyekê ji vî şerî re bibîne."

El Cemel axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Gelek senaryo ji bo paşeroja şerê Sûdanê hene; yan aliyek dê bi ser bikeve, yan jî her du aliyên şer dê bi rêya navbeynkaran agirbesta dayîmî qebûl bikin, yan jî dê şer li gorî destwerdanên herêmî û navneteweyî bi navber berdewam bike. Yan jî mixabin, dibe ku şerekî navxweyî derkeve, pê re Sûdan were parçekirin û ji bo stratejiya dewletên cîran jî xeteriyê çêke.”

(fr/c)

ANHA