Jinên Girkê Legê: Şoreşa jinan misogeriya demokrasî û azadiyê ye

Komîteya Jinan a PYD`ê bi boneya salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê civînek li navçeya Girkê Legê li dar xist.

Jinên Girkê Legê: Şoreşa jinan misogeriya demokrasî û azadiyê ye
16 tîrmeh, 2023   19:57
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê Komîteya Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li nivîsgeha partiyê ya li navçeya Girkê Legê civînek li dar xist.

Bi dehan endamên Kongra Star, saziyên sivîl, xizmetguzariyê û Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Navçeya Girkê Legê, Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên hêzên leşkerî û partî tev li civînê bûn.

/ar/uploads/files/2023/07/16/190723_1689532733318.webp

Di civînê de endama Meclisa Navçeyê Nisrîn Mihemed axivî û salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir û destnîşan kir ku ji destpêka şoreşê ve jinan fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan kirin bingeha birêxistinkirina xwe û rizgariya ji zihniyeta baviksalariyê û di wê çarçoveyê de gelek destkeftî bi dest xistin.

Nisrîn, soza şopandina têkoşînê ji bo parastina destkeftiyên jinan û şoreşa gel da û got: “Şoreşa jinan misogeriya demokrasî û azadiyê ye. Em dê tevahî hewldanên li dijî şoreşa me bi rêya pêxisitna kar û xebatên xwe û xurtkirina yekitiya xwe têk bibin.”

(şx)

ANHA