'Divê her kes ji bo azadiya Rêber Apo seferber bibe'

Welatiyên navçeya Dirbêsiyê nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, divê her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan seferber bibe.

'Divê her kes ji bo azadiya Rêber Apo seferber bibe'
10 tîrmeh, 2023   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bertek nîşan nameyên gefxwarinê yên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û bang li her kesî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan serî hildin.

Welatiya bi navê Cîhan Ebdî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne û rê nade malbat û parêzeran ku wî bibînin. Cîhan got: "Em bang li gelê Kurd û tevahî cîhanê dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî biherikin qadan û serî hilidin. Rêbertî banga azadî, wekhevî û biratiya gelan dike. Em gefên li ser wî qebûl nakin."

Welatiyê bi navê Ebdulwehab Xelef jî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker komployan li dijî Rêber Abdullah Ocalan saz dike û got: "Dewleta Tirk a dagirker ji dema komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ve komployan li pey hev li dijî wî saz dike. Rêbertî bi berxwedana xwe tevahî komplo pûç kir."

Xelef anî ziman ku dewleta Tirk bi nameyên gefên qetilkirina Rêber Abdullah Ocalan armanc dike pêşî li felsefeya wî ya neteweya demorkatîk bigirin û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Em ê li qadên berxwedanê bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were."

Welatiyê bi navê Mehmûd Remo jî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ne aqil û ne jî wijdan tecrîda derexlaqî ya li dijî Rêbertî qebûl nakin.

Remo bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî kir di zûtirîn dem de agahiyan li ser rewşa tenduristiyê ya Rêber Abdullah Ocalan bidin.

(bb)

ANHA