Ciwanan ji bo Rêbertî seferberî ragihand

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gefên li Rêber Abdullah Ocalan hatine xwarin, seferberî ragihand.

Ciwanan ji bo Rêbertî seferberî ragihand
10 tîrmeh, 2023   12:04
 QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî mijarê daxuyaniyeke hevpar da. Daxuyanî li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo hat xwendin.

Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan Alîza Hiso û Lînda Îsmaîl daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî xwendin.

Ciwanên beşdarî xwendina daxuyaniyê bûne, pankertên bi nivîsên “Ciwan fedaîyên Rêber Apo ne”, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên ciwanan bilind kirin.

Di daxuyaniyê de tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan wekî binpêkirina mafên Rêbertî û heqareta li rûmeta gelê Kurd û tevahî miroahiyê hat hesibandin û hat gotin ku ji ber tecrîdê tenduristiya Rêber Ocalan xirab dibe.

Di dewama daxuyaniyê de dewleta Tirk û saziyên ku parastina mafên mirovan îdia dikin, wekî berpirsên kiryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê hatin nîşandan û hat gotin: “Em van binpêkirinan qebûl nakin, em ê bêdeng nemînin.”

Di daxuyaniyê de daxwaza berdana Rêber Ocalan hat kirin û ev bang li ciwanan hat kirin: “Ji bo hilweşandina dîwarên Îmraliyê û neçarekirina dewleta Tirk ku tedbîrên pêwîst ji bo azadiya Rêbertî pêk bîne, serî hildin.”

Ciwanan di daxuyaniya xwe de got ku Rêber Ocalan rûmet û çavkaniya hebûna wan e.

Ciwanan wek bersivdayîna binpêkirinên dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan seferberî ragihand û diyar kirin ku dê wê çarçoveyê de çalakiyên cuda werin lidarxistin.

ANHA