Saziyên tenduristiyê: Fikarên me yên jehrîkirina Rêber Ocalan hene

Desteya Tenduristiyê û Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bal kişand ser xetere û metirsiyên li ser rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir “Fikarên me hene ku bûyera jehrîkirinê careke din hatiye dubarekirin.”

Saziyên tenduristiyê: Fikarên me yên jehrîkirina Rêber Ocalan hene
10 tîrmeh, 2023   12:15
QAMIŞLO

Desteya Tenduristiyê û Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê ji bo rewşa Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê ya li Qamişloyê bi amadebûna kadroyên tenduristiyê hat dayîn.

Daxuyanî ji aliyê cîgirên Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê bi zimanê erebî û erebî ji aliyê Hediya Ebdullah û Yûsif Ehmed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û dan zanîn ku 24 sal e Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de bi şert û mercên giran girtî ye, tevî vê yekê jî ev 27 meh e tu agahî jê nayê wergirtin. Dewleta Tirk a dagirker bi hewldana qutkirina agahiyan mafê mirovan binpê dike, lewra metirsiyê wan li ser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan heye û wiha dom kirin: “Di qanûn û hiqûqa cîhanê de, mafê jiyan û tenduristiyeke baş mafê herî sereke ne, lê li gorî agahiyên bi rêya ragihanê jî hatine parvekirin, Rêber Abdullah Ocalan di van şert û mercên dermirovî de dimîne, bi jehrîkirinê gef lê xwarine. Ev yek tê wateya ku tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan di xetereyeke pir mezin de ye.”

Hat destnîşankirin ku beriya niha bi lêkolînekê hatibû teqezkirin ku di nava tehlîla pora Rêber Abdullah Ocalan de, nîşaneyên jehrîkirinê derketibûn û wiha pê de çûn: “Fikarên me hene ku bûyera jehrîkirinê careke din hatiye dubarekirin. Ji nêzîkatiyên dewleta Tirk a dagirker li hemberî Rêber Abullah Ocalan diyar dibe ku dibe ku bi rêya derman, xwarin û vexwarinê careke dîtir jehrî bikin.”

Di daxuyaniyê de bang li sazî û dezgehên tenduristiyê yên cîhanê, hemû bijîşkên xwedî exlaq û rêgezên pîşeya xwe, hemû dezgehên mafê mirovahiyê hate kirin ku li hember hovîtiya dewleta Tirk a dagirker xwedî helwest bin.

(sb)

ANHA