Minbicî: Em ê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî geş bikin

Bi sedan şêniyên Minbicê tecrîda mutleq û nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got "Bi rihê berxwedana Rêbertî em têkoşînê geş bikin heta azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin."

10 tîrmeh, 2023   11:55
MINBIC

Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tecrîd û nameyên gefxwarinê yên ji bo Rêber Abdullah Ocalan zêde dibin.

Komîteya Azadiya Rêbertî ya Minbicê bi dirûşma "Em bang li tevahî kesên birûmet û azadxwazên cîhanê dikin, bi me re bin û daxwaza azadiya Rêbertî bikin" meşek li dar xist.

Meşê ji Çerxerêya Mêzan heta Çerxerêya Meseb dewam kir. Di çalakiyê de, endama Komîteya Azadiya Rêbertî Hind Dagistanî axivî û got dewleta Tirk, AKP û CPT berpirsên tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan in.

Hind Dagistanî bi domdarî got: "Em ê têkoşînê berdewam bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin. Dem hatiye ku Rêbertî di nava gelên herêm de be, dem hatiye ku aştî û aramî li tevahî Sûriyeyê pêk were."

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê-Şaxê Minbicê Ehmed El Cemîlî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha domand: "Dewleta Tirk û hikumeta AKP'ê hewl didin projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan têk bibin. Baş dizanin ku Rêbertî ji hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn re kilîta çareserî ye. Rêbertî ji bo azadiya gelan û xilaskirina wan ji koletî û zîhniyeta desthilatdar tê dikoşe."

Ehmed El Cemîlî anî ziman ku agahiyên li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan vedişêrin û got: "Dizanin her nameyek ji Rêbertiya me dê ji bo me pêngaveke mezin e û dê ji tevahî gelên cîhanê re  bibe dergehê ber bi azadiyê ve."

Çalakî bi berzkirina dirûşmên azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

)bb)

ANHA