Li Girê Spî cenazeyê ciwanekî hat dîtin

Li başûrê Girê Spî ya dagirkirî cenazeyê ciwanekî ku şopên îşkenceyê li ser hebûn, hat dîtin.

Li Girê Spî cenazeyê ciwanekî hat dîtin
10 tîrmeh, 2023   11:52
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, şêniyên gundê El Boz (15 km li başûrê Girê Spî) vê sibehê li derdora gund cenazeyê ciwanekî ku şopên îşkenceyê li ser xuya dikirin, dîtiye.

Nasnameya kesê ku cenazeyê wî hatiye dîtin, bi rêya nasnameya di berîka wî de bû, hat naskirin. Ew kes bi navê Mihyar El Uwêd e û ji bajarê Hemayê yê Sûriyeyê ye.

Li gorî agahiyên ku ajansa bi dest xistine, ciwanê navborî zêdetirî 8 mehan e ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatibû revandin û li cem wan dihat ragirtin.

(c)

ANHA